Ji HDP’ê li dijî komkujiya Îştebrak nerazîbûn

HDP’ê nerazîbûn nîşanî komkujiyên çeteyên El Nusrayên li dijî gelê Ereb Elewî li Sûriyeyê pêk anîn, da.

HDP’ê nerazîbûn nîşanî komkujiyên çeteyên El Nusra yên li dijî Erebên Elewî li Sûriyeyê pêk anîn, da û bang li hikûmeta AKP’ê kir ku li dijî hemû avakirinên ku Îslamê îstîsmar dikin û mirovahiyê dikin bin lingan, bibe xwedî helwest û di polîtîkayên Sûriyeyê de tiştên pêwîst bike.

Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê bertek nîşanî komkujiya li gundê Îştebrak a li hember Erebên Elewî  yê girêdayî Îdlîbê da.
HDP’ê da zanîn ku çeteyan 35 sivîl qeti lkirine û got: “Mirovahî wê hikûmeta AKP’ê jî di nav de, hemû berpirsên van bûyeran û destekvanên bûyerên li Sûriyeyê dertên holê, ji bîr neke. Hêzên ku li Rojava, Kobanê û Iraqê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê vala derxistin wê van êrîşên li dijî gel û baweriyên cuda bê bersiv nehêle.

Em ê destûrê nedin globalbûna li ser esasê mezhebî ya gelên Tirkiyeyê. Em ê vê globalbûn û lîstika bi aloz a hikûmetê wek çareya dawî serî lê daye, xera bikin.”

HDP’ê  êrîşa li dijî protestoya komkujiyê ya li Hatayê jî şermezar kir û got: “Em bang li hikûmeta AKP’ê dikin ku li dijî hemû avakirinên ku Îslamê îstîsmar dikin û mirovahiyê dikin bin lingan, bibe xwedî helwest û di polîtîkayên Sûriyeyê de tiştên pêwîst bike.

Nirxên mirovahiyê wê ji heqê van lêgerîn û pêkanînên dijmirovan derkevin. Ev kariyerên siyasî wê bi dawî bin û hesabê tiştên ku kirin wê bidin.”