Ji HDK’ê ‘Komxebata Rêxistinê’
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzagolu destpêka ‘Komxebata Rêxistiniyê’ de axivî û got HDK dengê gelan e.
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzagolu destpêka ‘Komxebata Rêxistiniyê’ de axivî û got HDK dengê gelan e.
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu ku axaftina vekirinê ya “komxebata rêxistinkirinê” kir diyar kir ku HDK dengê gelan e û wê ji kesên ku dixwazin welat vegerînin goristanê re bêjin “ Êdî Bes e”.
Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK), ji bo pirsgirêkên civakî yên Tirkiyê, nexşerêya wê di dema nû de were şopandin û derbarê têkiliyên ku wê bi dînamîkên civakê re were danîn li Otala Hîll Taksîmê starta “komxebata rêxistinkirinê” ya dê du rojan da.
Axaftina vekirinê ya komxebatê Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu kir. Hamzaoglu, diyar kir ku HDK’ê dikarî ji kesên ku dixwazin welat bikin goristan re bêjin “êdî bes e” û wiha got: “HDK bû dengê gelan. AKP û MHP’ê di referandumê de gelek paş ketin. Ji 31 bajarên mezin 17 winda kirin. AKP demek dirêje ji partîbûnê derketiye û bûye dewlet. Bûye rêveberê faşîzmê.”
Hamzaoglu, di şexsê Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel de hemû kesên li salonê amade ne silav kir û dawî li axaftina xwe anî.
Piştî axaftina vekirinê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.