Ji girtiyê Kurd yê li ber darvkirinê: Xwedî li me derkevin

Ji girtiyê Kurd yê li ber darvkirinê: Xwedî li me derkevin

Kurdê bi navê Zanyar Muradî ê ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber doza siyasî bi cezayê darvekirinê lê hatiye birin, bi nameyekê balê dikişine li ser rewşa xwe û rewşa girtîgehê, herwiha bang dike ku civata navnetewî û ya kurd li himber rewşê dengê xwe bilind bike, daku pêşî li darvekirina bê girtin.

Muradî di nameya ku ji girtîgeha Recayî bajarê Kerec  şandiye balê dikişîne li ser rewşa xwe û dide diyarkirin ku, ew  gelek caran rastî neheqî û zordariya rejima Îranê hatiye jiber rewşa siyasî hatiye girtin û di berdewama nameya xwe de wiha destnişan dike, “Ez naxwazin mirinê bînim bîra xwe, naxwazim hêviyên min bikevin jêr axê, navê min Zanyar Muradî ye, niha li bajarê Kercî ya Îranê benda  mirinê me. Dixwazim ji we re ciwanên  Amerîka û Ewrûpayê li gel ciwanên di temenê min de li Japon û Ustraliya, Fransa, Efrîqa û hemû cîhanê bêjim, nehêlin min darvebikin, gelo jiyan ewqas erzane, li vê şanoyê temaşe bike ku ez û kurê apê xwe li ser cadê bêne darvekirin û tiştekî nebêjin û tiştekî nekin?.”

Muradî di dewama nameya xwe bang dike ku xwedî lê derkevin û wiha pê de diçe, “Ez dizanim ev tirsa min bi rêya înternêtê dighê guhê we, ji ber vê jî çend xulekekê xwe bigrin û çend çirkeyan ji dema xwe bigrin û guhê xwe bidine min, ku çendî zehmete di temenê 21 saliyê de mirov rastî mirinê bê û li gel mirinê bijî û mirov ji dengê lingên gardiyanên zîndanê bitirsê û birricife.”

‘DIXWAZIN ME DARVE BIKIN’

Her weha Zanyar behsa rewşa girtî gehê ji  dike û dibêje: “Ev sê salin em hatine girtin, Ez Zanyar Muradî me û hevdosyayê min jî pismamê min Luqman Muradî ye, 9 mehan em di bin îşkencê de bûn, ewqas me lêdan xwariya em nikarin li ser xwe bimeşin, du hestiyên pişta min şikestine. Di van rojan de min bihîst ku dixwazin me darve bikin ev çar rojin rewşa min ne başe xew biçavên min nakeve. Hate bîra min ku bi rêya vê nameyê hûn bikarin alîkariya min bikin.”

Muradî di dawiya nameya xwe de bang li her kesê dike ku dengê xwe li hember bêmafiya Îranê bilind û wiha nameya xwe dawî dike: “Bi çi rêyê dibe nehêlin me darvebikin, hewl bidin karekî bi hikûmeta îslamî ya Îranê bikin ku bizanin em ne bi tenê ne û hemû cîhan li dijî vê sizaya zalimaneye û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Dengê nerazîbûna we û tevgera we jibo vî karî dê bighêje guhê me, em li benda  bîstina nûçeya nerazîbûna derbirîna hevtemenên xweme.”