Ji girtîgehên Elbîstan û Tokatê bo Rojava alîkarî

Ji girtîgehên Elbîstan û Tokatê bo Rojava alîkarî

Ji girtîgehên Tirk yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Rojavayê Kurdistanê alîkarî didomin. Ji girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê 600 TL û 10 telîsên mezin cil û ber ji Rojava re şandine. Li girtîgeha Tîpa E ya Tokatê jî 1000 TL hate komkirin û ji Rojava re şandin.

Ji girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê girtiyên ji doza PKK'ê girtî ji bo gelê Rojava piştgiriyek din a alîkariyê şand. Girtiyan di dema borî de jî 500 TL alîkarî ji bo Rojava şandibûn û niha jî bi riya malbatên xwe 600 TL û 10 telîsên mezin cil şandin.

Li ser navê girtiyan, girtiyê bi navê Erdal Laçîn, di derbarê alîkariyê de nameyek şand. Laçîn di nameya xwe de diyar kir ku, di destpêkê de ew cejna Newroza 2013'an li hemû gelê Kurd pîroz dikin û wiha got: " Hêvîdarim ku Newroza îsal bibe azadiya gelê Kurd. Ji bo Rojava bidome pêwîste gelê me bi awayekî hîstiyar nêzî alîkariya bibe û ji Rojava re alîkariyan bişîne. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi gelek zor û zehmetiyan destketiyên girîng û watedar bi dest xistin. Gelê Rojava di nava şertên giran de bi berxwedanek mezin şoreş pêk anîn. Em wekî girtiyên ji doza PKK'ê vê berxwedanê û şoreşa Rojava bi dil û can silav dikin. Her wiha daxwaza me ji hemû gelê me heye ku bi dil û can li vê şoreşa Rojava xwedî derbikevin û bi awayekî mezin piştigiriyê bidin gelê me yê rojavayê Kurdistanê."

TOKAT

Girtiyên di Girtîgeha Tîpa E ya Tokatê de jî tevlî kampayaya alîkariyê ya ji bo Rojava hatî destpêkirin bûn. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan 1000 TL. pere kom kir. Pereyê girtiyan bi riya malbatên xwe re şandin bi zexîre kirîn û ji Rojava re şandin.