Ji Girtîgeha Kirikkaleyê nameya ji bo berxwedêrên Strasboûrgê

Girtiyê bi navê Sedat Alçîçek ê li Girtîgeha Kirikkaleyê di greva birçîbûnê de ye, ji berxwedêrên li Strasboûrgê re nameyek nivîsî û diyar kir, ew ê heta serketinê xwedî li çanda berxwedanê ya PKK'ê derkevin.

Çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin, dewam dikin. Yek ji deverên ku greva birçîbûnê lê dewam dike, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ye. Sedat Alçîçek ku di koma destpêkê ya greva birçîbûnê de cih girt, ji berxwedêrên li Strasboûrgê re nameyek şand.

Alçîçek di nameya xwe de diyar dike, di demeke wiha dîrokî de destpêkirina çalakiyên greva birçîbûnê bi qasî man û nemanê girîng e û wiha dewam dike: "Bihîstina çend gotinan ji Rêbertî wê rêveçûna Rojhilata Navîn biguherîne. Wê bibe wesîle ku destketî ewle bibin, pira diyalogê navbera gelan bê danîn û zemîna azadiyê ji gelên bindest hemûyan re bê afirandin. Ev grevên birçîbûnê wê tenduristî û ewlekariya Rêbertî misoger bikin."

Alçîçek anî ziman, wî xwestiye bi rêya nameyekê moral û silavekê bide hevrêyên xwe yên ji welêt dûr in û got, "Em jî 6 heval di greva birçîbûnê de ne. Rûyê me li Îmraliyê ye. Heta ku xwe bigihînin wir em ê bidomînin. Ji roja ku me dest bi grevê kirine û vir ve moralê me, kelecana me, coşa me zêde bûye û li benda agahiyek ji Rêbertî ne. Çanda berxwedanê ku Kemalan û Sakîneyan ji me re hişt û bingeha PKK'ê ye, em ê heta serketina dawî bidomînin. Soza ku me daye şehîdên xwe vê yekê li me ferz dike."