Ji Gaziyên Rojiya Mirinê piştgiriya ji bo Kobanê
Ji Gaziyên Rojiya Mirinê piştgiriya ji bo Kobanê
Ji Gaziyên Rojiya Mirinê piştgiriya ji bo Kobanê
Endamên Hewldana Hevkariya bi Girtiyên Berê re ji bo piştgiriyê bidin Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin li avahiya İHD'ê daxuyanî dan. Daxuyaniyê de Berxwedêrên Rojiya Mirinê gotin ku îro rewşa wan ne wisa bûya ew ê tevli şoraşa Kobanê bûbana.
Endamên Hewldana Hevkariya bi Girtiyên Berê re ku bi nexweşiya Wernike Korsakofê ne ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û êrîşê çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin li avahiya ÎHD'a Stenbolê daxuyanî dan. Endamên Berxwedêr ên Rojiya Mirinê Fehmî Kuçukaslan, Yaşar Demîrcan, Eyuphan Başar, Mustafa Yaşar, Nîhat Goktaş, Semîray Yilmaz, Esmahan Ekîncî, Bariş Alkan û Çetîn Durukhanoglu beşdarî daxuyaniye bûn. Berxwedêrê Rojiya Mirinê Mustafa Yaşar daxuyaniya ku xwend de got ku dewlet li ser kesên ku li hemberî êrîşên DAIŞ'ê bêdeng nemane û derketine kolanan zagonên giran derxistiye û niha ketiye nava tirs û xofê hewl dide zagonên girantir derxe. Yaşar derbirî ku daxwaza gel ew e ku li hemberî komkujiya Kobanê bêdeng nemîne û ev tişt anî ziman: "Em jî pewîstiya vê yekê dikin. Rewşa me ya fîzîkî nahêle em ji vê zêdetir bikin. Lê em zanin ku pewîstiya gele Kobanê ji vê zêdetir heye."
Piştî daxuyanî hat xwendin Fehmî Kuçukaslan mafe axaftine stend û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev êrîşa ku pêk tê komploya hezên emperyalîst e. Armanc van hezên emperyalîst ew e ku pergala ku li Kobanê tê avakirin dixwazin tune bikin. Lê berxwedana Kobanê wê bi ser bikeve." Esmahan Ekîncî jî da zanin ku mirov piştgiriyê bide Kobanê wê xwedî li peşeroja xwe jî û ev bang kir: "Ji bo vê jî divê hemû gel piştgirî bidin berxwedana Kobanê." Piştre Nihat Goktaş axivî û wiha got: "Eger îro rewşa me ne bi vî rengî bûya em ê ne li vir bûna em ê li Kobanê bûna." Endamên Hewldana Hevkariya bi Girtiyên Berê re ji bo piştgiriyê bidin Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin li avahiya İHD'ê daxuyanî dan. Daxuyaniyê de Berxwedêrên Rojiya Mirinê gotin ku îro rewşa wan ne wisa bûya ew ê tevlî şoreşa Kobanê bûbana.
Endamên Hewldana Hevkariya bi Girtiyên Berê re ku bi nexweşiya Wernike Korsakofê ne ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û êrîşê çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin li avahiya ÎHD'a Stenbolê daxuyanî dan. Endamên Berxwedêr ên Rojiya Mirinê Fehmî Kuçukaslan, Yaşar Demîrcan, Eyuphan Başar, Mustafa Yaşar, Nîhat Goktaş, Semîray Yilmaz, Esmahan Ekîncî, Bariş Alkan û Çetîn Durukhanoglu beşdarî daxuyaniye bûn. Berxwedêrê Rojiya Mirinê Mustafa Yaşar daxuyaniya ku xwend de got ku dewlet li ser kesên ku li hemberî êrîşên DAIŞ'ê bêdeng nemane û derketine kolanan zagonên giran derxistiye û niha ketiye nava tirs û xofê hewl dide zagonên girantir derxe. Yaşar derbirî ku daxwaza gel ew e ku li hemberî komkujiya Kobanê bêdeng nemîne û ev tişt anî ziman: "Em jî pewîstiya vê yekê dikin. Rewşa me ya fîzîkî nahêle em ji vê zêdetir bikin. Lê em zanin ku pewîstiya gele Kobanê ji vê zêdetir heye."
Piştî daxuyanî hat xwendin Fehmî Kuçukaslan mafe axaftine stend û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev êrîşa ku pek tê komplaya hezên emperyalîst e. Armanc van hezên emperyalîst ew e ku pergala ku li Kobanê tê avakirin dixwazin tune bikin. Lê berxwedana Kobanê wê bi ser bikeve." Esmahan Ekîncî jî da zanin ku mirov piştgiriyê bide Kobanê wê xwedî li peşeroja xwe jî û ev bang kir: "Ji bo vê jî divê hemû gel piştgirî bidin berxwedana Kobanê." Piştre Nihat Goktaş axivî û wiha got: "Eger îro rewşa me ne bi vî rengî bûya em ê ne li vir bûna em ê li Kobanê bûna."