Ji FKÊ peyama 27’ê Mijdarê

Ji FKÊ peyama 27’ê Mijdarê

Federasyona Komelên Êzdiyan (FKÊ) bi wesîleya 34’emîn salvegera PKK’ê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin di salvegera 34’emîn vejînê de PKK bi rêbertiya Rêber Apo ber bi qadên azadiyê ve dimeşe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê Kurdistanê bi têghîştin û fêmkirina pîvanên xwe ji nû ve naskirina rastiy ahebûna xwe, bi pêşengiya PKK re naskiriye. Ji van pîvanên paradîgma xweseriyademokratik qet gav ji paşve navêje. Destkevtiyên li her çar parçeyên welat bi taybetî Rojavayê Welat nirxên azadiyê derxistiye asta herî bilind.”

Federasyonê da zanîn ku, ger îro jî dagikerên zalim û xwesparê wan hê jî bi aweyekî korane bixwazin li pêşiya vê pêla coşa çemê azadiyê rawestin, tenê ewê li dîroka

xwe poşman bibin û wiha pê de çû: “Ango eger hinek hêj jî hêvî ji neyara bikin bila zanibin êdî hêzên mêtinger di roja me de ewê nikaribin pêşiya tekoşîna azadiya gelê bigirin. Bila baş bê zanîn wan bi tevahî şensê xwe wenda kirine. Bi taybetî yên

hêviya ji dijmin dikin ew dê bikevin nava sepeta gendeliya dîroka xwîn mijan.

Hate destnîşan kirin ku, ew weke civaka Êzdiya yên di dî dîrokê de qirkirin û fermanên mezin li ser pêk anîne, nûnerên wan yê dema me ya nûh, xwe dişexsê hikûmet û Dewleta AKP’ê û xayinên derdora wan wahşetê li ser gelê me dimeşînin.

Daxuyayaniyê wiha berdewam kir: “Gelê me ev 40 sale bi rûmeteke mezin berxwe daye û tekoşina zadiyê aniye qonaxa herî giring. Dijmin û derdorê wan çendî demogjiya li ser rêberiya hebûna gelê me PKK û rêberiya wî dikin. Em bixwe weke Êzdiya tekoşina azadiya Kurdistanê di şexsê Rêber Apo de bipîvanên hebûna mirovahî, gel û civaka xwe dibînin û vê rastiyê teslim dikin. Ji her kesî zêdetir pêwistiya naskirina rêber Apo dibînin.Wekî li hemberî paşverûtî, şaşî, dijminahiyên navxweyî xeteriya rawestiye, wergerandiye azadiya nav xwe ya gel û civakê.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Di 34’emîn salvegera Tekoşîna azadiyê Gelê me bi bedelên herî mezin keda giran biha gelê me îro bûye evîdarê azadiyê û hesreta demokirasiya xwe. Gelê me xwe bi cewerî daye pejirandin û xwe birêxistin kiriye. Nimûneya mezin parastina li Şemzinan, Elkê, Gewer û li Rojavayê Kurdistan. Gelê me bi tekoşîna xwere rê nîşandana Serok, êdî dibe sitara gelê derdor û cînarên me. Kurd ê li çar parçeyan û dervayî welat divê di her alîde hişyar bin. Û dîbêjin xwedîderketina li gelê me yê Rojava tê wateya pîrozkirina herî watedar a girîng salvegera PKK’ê.

Bi vê wesîleyê em bawerin rêbertiya me di sala nû de weke gel li ser rêya tekoşinê wê bigihîne jiyaneke azad û demokratîk. Em salvegera PKK’ê bi hesreta azadiya serok Apo û vegera welat li ser xaka pîroz salvegera ji nûve vejîna gelê me PKK pîroz dikin.”