Ji fermandarê YPG'ê ji bo partiyên ‘ Yekîtiya Siyasî ’ nameya vekirî

Ji fermandarê YPG'ê ji bo partiyên ‘ Yekîtiya Siyasî ’ nameya vekirî

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo, ji partiyên Azadî, Yekîtî û El Partî ku di bin navê ‘Yekîtiya Siyasî ’ de hatine cem hev re nameyek vekirî weşand. Hemo, diyar kir ku ev partiyên behsa mijarê di hemû êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de li cem êrîşkaran cîh girtine û ji dijminan zêdetir zirar dane. Hemo bang li van partiyan kir ku ji vê helwesta xwe vegerin û di helwesta netewî de bibin yek, nexwe ewê hinek belgeyan aşkera bike.

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG Sîpan Hemo ji partiyên Yekîtiya Siyasî re nameyek vekirî weşand. Nameya fermandar Sîpan Hemo wiha ye:

Nameya vekirî ji bo Partiyên Yekîtiya Siyasî

Destpêkê di vê pêvejoya hesas a ku Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe de, bi hêviya ku hemû partî û nûnerên kurdan xwedî li erkên xwe derkevin û bi rengekî erênî rêvebertiya gelê Kurd hildin ser milê xwe, ji hemû partiyên Kurdî re silav û rêzên xwe dişînim.

Weku tê zanîn Rojavayê Kurdistanê di rewşekî siyasî yê pir zirav û hesas de derbas dibe, lê mixabin helwest û seknên siyasî yên partiyên kurdî ne li gorî bersivdayîna vê pêvejoya nazik e.

Li şûna ku partiyên me hemû xwe di helwesta netewî de bikin yek û destkeftiyên gelê Kurd misoger bikin, dikevin nav hesabên siyasî yên teng û di nava berjewendiyên hizbayetiyê de xwe dixin xizmetên siyasetên cuda, ango di siyaseta Kurdî de valehiyekî gelekî mezin heye. Tu partî ne siyaseta wan û ne jî rêxistina wan ne li gorî dagirtina vê valehiyê ye.

Yê ev valahî bi rengekî gelekî mezin dagirtiye û jê re bûye bersiv û derfetên siyasî yên mezin afirandiye û hiştiye pirsgirêka gelê Kurd bibe rojeva hemû cîhanê, bê goman YPG ye. YPG'ê bi berxwedaniya xwe di demekî kurt de bi rêxistin kirina hêzên leşkerî isbat kir ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka Kurd heye û ger ev pirsgirêk neyê çareser kirin, pirsgirêka tevahiya Sûriyê jî nayê çareser kirin. Her wisa yekîniyên me li hemberî hemû êrîşîn rejîmê û komên çete bi lehengî liber xwe da û bû hêviya hemû gelê Kurd.

Vê berxwedaniyê isbat kir ku yekîneyên me dikarin di her mercî de destkeftiyên gelê Kurd biparêzin.

Ger îro dinya Kurdan muxateb digire û li her platformekî bangî Kurdan dike, baş bizanibin ku ev yek girêdayî berxwedaniya YPG'ê û şehîdên wê yên qehremane.

Me di serî de li hemberî rejîmê gelê xwe parast û di vê parastinê de me gelek şehîd dan. Heyanî aniha jî gelek endamên me di zindanên rejîmê de girtîne. Me gelê xwe li hemberî komên çete jî parast. Li Eşrefiyê, Efrînê, Serêkaniyê, Tiltemir, Hesekê, Dêrikê û hemû deverên din bêyî ku tu hesaban bikin, bi qeheremanî liber xwe dan û me bi sedan şehîd dan. Ev yek heyanî îro jî berdewame û heyanî yek ji me hebe ev yek wê bi vî rengî berdewam bike. Îro ger hûn diçin derve û dinya we cidî digire, bi were li ser meseleya Kurd û çareserkirina pirsgirêka Kurd nîqaş dike, ev yek bi saya lehengên YPG'ê û têkoşîna wê ya lehengî ye. Ger ev berxwedanî neba wê tukesî silav li we nekiriba…

Ango Hekîm Beşar, Salih Muslim, Ehmed Silêman, Hemîdê Hecî Derwêş, Mehemedê Musa, Mehyedînê Şêx Alî, Fuad Elîko, Îsmaîl Hemê û rêveberên din yên kurdan wê tu kesî ew pêşwazî nekiribana û wê ew tu carî derbasî welatê xwe nekiribana…

Gelî rêveber, sekreter û serokên Kurdan; meziniya we û giringiya we  ne ji we ye, hûn deyndarên berxwedaniya şervanên YPG'ê û gelê Kurd in. Lê hemû rêveberên Kurdan li hemberî vê berxwedaniyê rêzdar nîn in, divê ku hûn li gorî vê yekê tev bigerin, nexwe dîrok destê xwe ji bersinga (pêsîra) we bernade.

Di vê rewşa siyasî ya nebaş de, bi taybet helwesta partiyên ku di itihad siyasî (yekîtiya siyasî) de cih digrin, li hemberî berxwedaniya gelê Kurd tevgera we gelek neyînî ye. We her tim li hemberî berxwedaniya gelê Kurd xwest di nav helwesteke astengiyê de cih bigirin. Em bi xwe weke YPG'ê gelek caran hatin ber deriyê we û me xwest ku em ji we re rêbazên xwe ragihînin, lê we tim li hemberî me xwest piştgiriya êrîşkaran û dijminan bikin. Di şexsê hinek Kurdên xayîn de we alîkariya komên êrîşkar kir û we tim û tim berxwedaniya me ji nedîtî ve hat. Gelo wijdana we qet naêşe li hemberî evqas şehîdan? Kurdayetiya we li ku derê maye? Weke hûn baş dizanin di vê dema herî hesas a ku êrîşên herî dijwar li ser gelê me çêdibin û ji Cizîrê heyanî Efrînê berxwedaniya wekî destanan tê jiyan kirin de, êrîşên ku we li hemberî YPG'ê pêş xistine, ji êrîşên dijminan gelekî mezintir bûn. Yanî we ji dijminan gelekî em êşandin. Keyfxweş bibin, dîsa dibêjim we em ji dijminan bêtir êşandin, ji ber ku we her tim li pişt ve li me dixist. Ji xwe we bi her rengî destek dida komên DAIŞ'ê, li Til Eran û Til Hasil we weke leşker di komkujiyê de cih girt. Di êrîşên deverên din de jî we bi helwesta xwe ya siyasî piştgirî da van hêzên çete. Ev jî ne bes bû êrîşên bombeyî yên ku li Amûdê, Qamişlo û Efrînê çêbûne bi her rengî bêhna we jê difire, hûn erkê xwe baş bi cîh tînin, erka we hespê Tirovayê ye…!

Herî dawiyê, di bûyera li Efrînê rû daye de, an ku di kuştina xortê bi navê Kawa Husên a bi rengekî hovane de, bêyî ku tu lêkolîn li ser were kirin, we em sucdar kirin. Ev aqil kî da we?

Ez jî vê yekê dibêjim; di vê dema ku şervanên me bi berxwedaniyeke gelekî mezin li Dêrîk, Serêkaniyê, Til Ebyed, Kobanê, Helebê, Cindirês û Ezazê liber xwe didin de, ev berxwedanî dîrokeke mezin dinivîse û dihêle ku gelê Kurd li dora YPG'ê kom bibe.

Bi vî rengî pêkhatina bûyerê û zêde cîhgirtina wê ya di rojevê de bi min re gomanên mezin çêdike. Li gorî min aşkera ye ku ev ji aliyê kesên ku dixwazin navê YPG'ê reş bikin ve hatiye kirin, ji aliyê kesên ku dixwazin berxwedaniya gelê Kurd lawaz bikin ve hatiye meşandin, ango ji aliyê dijminên gelê Kurd ve hatiye meşandin. Ev buyer bi tu awayî nakeve xizmeta YPG'ê, berevajî wê dikeve xizmeta dijminên YPG'ê.

Ez dipirsim ji hemû aliyên Kurdî; bila bûyera Kawa Husên li derdora partiyên ku dixwazin berxwedaniya YPG'ê û serhildana gelê Kurd lawaz bikeve bigerin.

Ev nameyeke min ya vekirî ye ji bona hemû partî, sekereter û rêxistinên kurdên Rojavayê Kurdistanê re ye. Tu partiyên Kurdî li hemberî vê pêvejoya dîrokî bi erkên xwe ranabin, berevajî vê yekê berjeweindiyên hizbî û kesayetî xistine pêşiya berjewendiyên gelê Kurd. Ez li cem gelê Kurd gilî dikim û ez bawerim ku gelê me yê welatparêz wê hesabê bixwaze. Ev kesên hanê li ser xwîna zarokên we û li ser ked û berxwedaniya we xwe didin axaftin, xwedî li vê pêvejoya dîrokî dernakevin, dem ne dema hizbiyetiyê ye. Dem dema bi Kurdewariyekî paqij xwedî li erkên xwe derketine ye…

Ger ku hinek tişt rast nebin û hemû partiyên Kurdî di helwesta netewî de nebin yek, ezê li hemberî wan hemûyan hinek belgeyan eşkere bikim.

YPG gel e gel jî YPG ye

Bijî berxwedaniya gelê Rojavayê Kurdistanê

Şehîd Namirin

Bi silavên germ

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

Sîpan Hemo