Ji FEDA'yê daxuyaniya têkildarî şewatê

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) diyar kir ku desthilatdarî bi helwesta xwe bû sedem ku di şewatê de encameke giran rû bide.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEWATÊ

FEDA'yê destpêkê sersaxî ji gel re xwest û daxwaza şîfayê ji bo birîndaran kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şêniyên herêmê diyar kirine ku şewat ji ber çirûska ji xeta belavkirina elektrîkê rû daye û hate bibîrxistin ku balafir û helîkopterên vemirandina şewatê dereng mane, destwerdana ji bejahî ve jî kêm maye.

FEDA'yê diyar kir ku di nava van şert û mercan de karesateke ji rêzê encamên gelekî giran ên siyasî, civakî û aborî bi xwe re anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mîna erdheja 6'ê Sibata 2023'an, ji ber ku mirovên li herêma erdhejê Kurd in, bi xemsarî nêzîk bû û bû sedem ku ji ber şewatê encameke giran rû bide."

FEDA'yê ev feraseta desthilatdariyê şermezar kir û bang li desthilatdariyê kir ku dest ji nêzîkatiya xwe ya nijadperest berde, zerara ku ji ber şewatê li şêniyên herêmê bûye dabîn bike û tedbîrên têkildarî karesatan bi cih bîne.

BANGA PIŞTEVANIYÊ

Federasyonê ragihand ku ew bi gel re ne û got, "Careke din em ji gelê xwe re dibêjin derbasî be û em ê piştevaniya madî û manewî bikin. Em bang li can ên Elewî dikin ku ji bo mirovên di zor û zehmetiyê de ne bibin Xizir."