Ji Edeneyê heta Înebolûyê zextên li girtîgehan

Rejîma AKP’ê li girtiyên di girtîgehên Edene, Baybûrt, Bartin û Înebolûyê de ne zextên giran dike.

Nûnera Herêma Çûkûrovayê ya Komeleya Mafên Mirovan parêzer Yasemîn Dora Şeker û heyeta pê re di 28’ê Îlonê de çûn serdana girtîgeha Osmaniyeyê ya Tîpa T’yê ya nimreya 1 û 2’yan. Heyet bi gelek girtiyan re civiyan û êşkenceya li vê derê kirin rapor.

Di raporê de hate diyarkirin ku li ser girtiyên nexweş hejmartina li ser lingan tê ferzkirin, tedawî nayên kirin, heqaret û êrîş tên kirin û girtiyên nexweş di bin tecrîdê de tên ragirtin. Hate hînbûn ku mûayeneya bi kelepçe li ser girtiyan tê ferzkirin û li girtîgehê şîddet û qedexe tên kirin.

LI BAYBÛRT, ÎNEBOLÛ Û BARTINÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN

Parlementera Sêrtê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî derbarên zextên li girtîgehên Baybûrt, Înebolû û Bartinê daxwazname da Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê.

Beşta di daxwaznameyê de qala binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan kir. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku 2 jinên girtî tevî zarokên xwe yên 4-6 salî di girtîgehê de ne û got ku, “Nêzî 700 zarok li Tirkiyeyê bi vî awayî di girtîgehê de ne.”

Beştaş di daxwaznameyê de diyar kir ku, li girtîgehê bi pergala leşkerî hejmartin tê ferzkirin, lêçûnên wergêriyê li ser girtiyan tê hesibandin, cezayên dîsîplînê tên dayîn, hevdîtin tên astengkirin, mafê tendirustiyê tê qedexekirin û mûayeneya bi kelepçe tê ferzkirin.

Beştaş bal kişand ser vî tiştî ku her dem li nava qawîşên girtiyan tê saxtîkirin, mahremiyet tê binpêkirin û alavên girtiyan ên taybet tên desteserkirin.

Beştaş di daxwaznameyê de cih da daxwazên girtiyan û diyar kir ku girtiyên li girtîgeha Bartinê xwestine ku di dema wê de bersiva pirsgirêkên wan ên tendirustiyê were dayîn.

Beştaş di daxwaznameya xwe de xwest ku bila li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bandirmayê jî were sekinandin û lêkolîn lê werin kirin.