Di daxuyaniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de, ya li ser referandûma Başûrê Kurdistanê hate gotin, "Ji bo têkbirina DAIŞ û qelskirina Îranê, em hêvîdar in wê Iraqeke yekbûyî be." Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê jî got, "Cihê xemgîniyê ye ku beşeke ji lîderiya Kurd, pêşniyara alternatîf red kiriye."
Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders, di brîfînga çapemeniyê ya rojane de axivî û têkildarî referandûma li Başûrê Kurdistanê got, "Ji bo jiholêkirina DAIŞ'ê û qelskirina Îranê, em hêvîdar in ku wê Iraqeke yekbûyî be."
Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Borîs Johnson jî 'plana alternatîf' a ku DYA û Îngilîstanê pêşkêşî PDK'ê kirin bi bîr xist û got, "Ji bo bersiv ji daxwazên gelê Kurd re bê dayin, ev alternatîf dikarîbû firsendekê pêşkêş bikira. Cihê xemgîniyê ye ku beşek ji lîderiya Kurd ev pêşniyar red kir."
Johnson got, "Qraliyeta Yekbûyî piştgiriyê nade vê referandûmê û yekparebûna axa Iraqê diparêze" û wiha dewam kir: "Bang li hemû aliyan dikim, ku piştî referandûmê xwe ji dayina daxuyanî û çalakiyên tevdan û sorkirinê vegirin."