Ji doza KCK'a Agiriyê ji bo 3 kesan 31 sal ceza

Ji doza KCK'a Agiriyê ji bo 3 kesan 31 sal ceza

Dadgeha Tirk a Erziromê der barê 3 siyasetmedarên kurd ku ji doza KCK'ê tên darizandin biryara bi hincet da. Dadgehê ji bo Xebatkarên Navendî yên BDP'ê Sudan Guven, Reyhan Çomak û Yaşar Karakuş, li ser şahidiya nepenê ku li holê tune belavokên ku di Roja Dayikan de hatin belavkirin delîl nişan da.

Di 6'ê Kanûna 2011'an de li dijî siyasetmedarên kurd bi navê doza KCK'ê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de Yaşar Karakuş (37), Xebatkara Navenda Giştî ya BDP'ê Sudan Guven (37) û Reyhan Çomak (46) hatin girtin.

Derbarê 3 siyasetmedaran de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê doz hat vekirin. Dadehê li Sudan Guven 9, li Reyhan Çomak 10.5 û li Yaşar Karakuş 12 sal ceza birîbû. Heyetê biryara bi hincet da. Heyetê di biryara bi hincet de belavokên ku di Roja Dayikan de hatin belavkirin wekî delîl nîşan da.

Meclisa Jinan a BDP'ê, di 6'ê Gulana 2011'an de li Bazidê belavoka "Jiyan xweş e dayê. Jiyan ji bo te. Jiyan xweş e dayê. Jiyan ji bo sibê. Mirin jiyan e dîsa di dilê gel de. Mirin xweş e, mirnin ji bo azadiyê. Heta ku Ugur û Enes bên kutin, heta ku zarok bên girtin, dê Roja Dayikan bêtir bê bibîranîn. Di Roja Dayikan de diyariya Erdogan zarokên guhê wan jêkirî û çavê wan hatibûn derxistin bû." belav kiribû û ev belavok wekî sûc hat dîtin.