Ji doza bingehîn a DYG'ê ya ku jê 25'ê girtî ya 72 xwendekaran de 7 xwendekar tehliye bûn. Di rûniştinê de hinek şahidan îfade dan û diyar kirin ku wan îfade nexwendin û îmza kirin.
7'emîn rûniştina doza serek a DYG'ê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Di rûniştinê de hemû xwendekarên girtî û 13 xwendekarên din ên dihatin darizandin amade bûn. Di rûniştinê de xwendekaran bi kurdî bersiva tesbîtkirina nasnameyan da.
Di rûniştinê de Mehmet Emîn Karaaslan û Ahmet Aras weke şahid hatin guhdarkirin û diyar kirin ku kesên tên darizandin xwestine wesayîtên wan bişewitînin . Şahidan, anî ziman ku benzîn bi wesayîtên wan de kirin lê wesayîtên wan zirar nedîtin lê disa jî gîlî dikin. Balkêş bû ku şahidan got, kesên benzîn bi wesayîtên wan de kirin nedîtin. Şahidên din Selamî Sevîm û Cîhan Bayram jî diyar kirin ku îfadeyên tên gotin yên wan in li emniyetê nexwendin û îmza kirin. Piştî îfadeyên şahidan parêzeran diyar kir ku muwekîlên wan piranî xwendekar in daxwaza tehliye kirin.
Piştî daxwazan heyeta dadgehê navber da rûniştinê û piştî navberê biryar aşkera kir. Dadgehê li gel Kayhan Tuney yê ku ji sedî 65 rapora astendar heyî, Burhan Şik, Serhat Goksu, Sadullah Başboga, Ercan Marhan, Hakan Yilmaz û Sercan Avşar biryara tahliyeyê da. Dadgehê rûniştin taloqî 13'ê adarê kir.