Ji doza çapemeniyê tenê 2 kes hatin berdan

Ji doza çapemeniyê tenê 2 kes hatin berdan

5’mîn rûniştina doza ku 24 jê girtî bitevahî 46 rojnamevan dihatin darezandin bidawî bû. Heyeta Dadgehê ji 24 rojnamevanên girtî tenê 2 rojnamevan hatin berdan.

Di 20’ê Kanûna 2011’an de polîsên Tirk di bin navê “KCK’ê” de operasyon bir ser Saziyên çapemeniya Kurd û di derbarê 24 jê girtî bitevayî 46 rojnamegeran de doz hate vekirin. Îro 5’mîn rûniştina dozê pêkhat û piştî mutalaya dozger Heyeta Dadgehê biryara xwe aşkera kir.

Heyeta dadgehê biryara serbest berdana Omer Çelîk û Selahedîn Aslan da. Her wiha doz taloqî 25’ê Îlona 2013’an kir.