Ji Demîrtaş û Kişanak bo Elçî peyam

Ji Demîrtaş û Kişanak bo Elçî peyam

Hevserokên giştî yên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişand diyar kirin ku hewldanên siyasetmedarên kurd Şerafettîn Elçî pir girîng bûn û got: “Ligel ku salek derbas bûye, me kêmasiya Elçî pir zêde  hîs kir û em dê hîs bikin jî.”

Hevsrokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak der barê yekemîn salvegera wefata  siyasetmedarê kurd Şerafettîn Elçî de peyamek weşand.

Di payemê de hate gotin ku ew ‘Birêz Elçî bi hesret bibîrtînin’ û wiha got: “

Mezinê me yê hêja, siyasetmedarê hêja Birêz Şerafettîn Elçî ev salek ji nava me veqetiyaye û em wî di roja salvegera wefata wî de bibîrtînin.

Birêz Elçî bi kesayeta xwe ya mutevazî, bi helwesta xwe ya ku her tim ligel diyalog, aştî û lihevkirinê bû, bi tecrube û zanabûna xwe  piştgiriyeke mezin daye siyaset kurd, têkoşîna azadî û maf a gelê kurd.

Birêz Elçî ligel çareseriya pirsgirêka kurd ya bi muzakere û diyalogê bû û her tim jib o pêkanîna yekitiya netewa gelê kurd îrade û hewldaneke girîng derxistiye holê.  Hewldana wî ya bi rumet dê her tim rê nîşanê me bide.

Mixabin wî aştî nedît.  Çareserî û aştî ku hesreta wî bû dê bê ser vê axê. Ligel ku di navberê de salek derbas bû, em kêmasiya wî pir hîs dikin û em dê hîs bikin jî.

Bîranîna wî ya hêja dê di têkoşîna me de bê jiyîn.

Em Birêz Elçî careke din bi rêz û hesret bibîrtînin.”