Ji Demîrtaş hişyariya "provokasyona derve"

Ji Demîrtaş hişyariya "provokasyona derve"

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş der heqê rêveçûna pêvajoya çareseriyê de bal kişand ser xeteriya provokasyonên derve û destnîşan kir, ku eger ji derve ve provokasyon rû nede, wê pêvajo bi rengekî erênî bimeşe. Demîrtaş her weha xwest, di pêvajoya vekişîna hêzên gerîla de nuqteyên kontrolê yên li Colemêrgê û mayin bên rakirin.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, îro beşdarî çalakiya danasîna xebatên xizmetê yên Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê bû û pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê ku wê sibê destpê bike, nirxand.

Demîrtaş li ser vê bingehê bang kir, ku nuqteyên kontrolê yên li Colemêrgê bên rakirin û got, "Gerîla wê bi çekan vekişe, bê çekan vekişe, ev gotûbêj ji rojevê ketin. Lê belê gava mirov şert û mercên cografîk li ber çavan bigirin, xuyaye vekişîn wê 3-4 mehan dewam bike. Em dibînin ku gelê me bi hesasiyete mezin pêvajoyê dişopîne."

HEVDÎTINA KCK-YNK'Ê

Demîrtaş bal kişand ser hevdîtina navbera endamên Konseya Rêveber a KCK'ê û rêveberên YNK'ê û weha peyivî; "PKK û dewletê, herdu aliyan ji bo têkûzkirina rewşa agirbestê vînek nîşan dan. Ji ber vê yekê ez ne bawerim ku provokasyonên ji hundur ve bandorê li pêvajoyê bikin. Eger provokasyona hêzên derve nebe, ev pêvajo wê erênî bimeşe. Pêvajoya vekişîna gerîla sibê destpê dike. KCK jî bi hevdîtinên fermî yên bi partiyên din ên Kurdistanî re, pêvajoya çareseriyê bi pêş ve dibe."

Hevserokê BDP'ê her weha da xuyakirin, ku piştgiriya wan a ji bo destûreke nû ya bingehîn wê dewam bike û got, "Ez ne bawerim ji bo destûra bingehîn a nû her çar partî li hev bikin. Ji ber ku xwedî fikir û daxwazên gelekî ji hev dûr in. Lê Komîsyona Destûra Bingehîn hînê dixebite. Weke BDP, ji bo li hev kirinê, deriyê me her tim vekiriye."

DIVÊ LEŞKERIYA NEÇARÎ Û CERDEVANÊ BÊN RAKIRIN

Demîrtaş xwest, leşkeriya ji neçarî û pergala cerdevaniyê bên rakirin û destnîşan kir, ku divê cerdevan di nava civakê de bên helandin.

Demîrtaş bibîr xist, ku hejmara cerdevanan nêzî 65 hezaran e û diyar kir, ku bi pêvajoya destpêkiriye re, hebûna pergala cerdevaniyê bê wate bûye.

Demîrtaş diyar kir, ku divê ev mirovên cerdevan weke dijmin neyên îlankirin û li nava civakê bên helandin.

PAQIJKIRINA MAYINAN

Demîrtaş, bi pêvajoya aştiyê re  der heqê mayinan de bang li artêşa Tirk û KCK'ê kir û got, "Di çarçoveya Peymana Ottowa ya ji bo paqijkirina mayinan hatiye morkirin, divê di nava vê salê de mayin bên rakirin. Ji ber vê yekê pêwîste hem artêşa Tirk hem jî KCK cihê mayinên ku dizanin eşkere bikin û rêxistinên civakî yên sivîl van mayinan ji holê rakin.