Ji Demîrtaş banga ji bo Davutoglu: Barîkatên Taksîmê rakin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş ku li Sultanbeyliyê axivî bang li Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir û got: “Birêz serokwezîr, ne dereng e. Sibê barîkatên li Taksîmê rakin. Bila 1’ê Gulanê ne di dorpêça polîsan de, di hewaya cejnê de derbas be.”

Namzetê HDP’ê yê Stenbolê yê Herêma 1. û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Sultanbeyliyê bi gel re hate cem hev.

Demîrtaş di bin eleqeya mezina gel de derket ser kursÎ û gel di mijara ku wê provokasyon bidomin de hişyar kir û got: “Wê li her derê êrîşî we bikin. Neyên van provokasyonan.”

Demîrtaş da zanîn ku ew ê hesabên êrîşên li dijî buroya Agiriyê, di sindoqan de bipirsin û got ku dema sindoq bên vekirin, wê matmayî bimînin.

Demîrtaş bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got: “Em naxwazin leşker, gerîla û polîs bimirin. Ji ber ku AKP vê naxwaze, em nekarin dest jê berdin.”

Demîrtaş pirsgirêka jinên kedkarên malê jî vegot û wiha berdewam kir: “Em ê ji bo jinên kedkarên malê mafê teqawîtbûnê bidin nasîn, ji bo ciwanan jî bi ‘qerta jiyana ciwan’ wê her meh piştgiriya veguhestin û ragihandinê bê dayîn.”

Demîrtaş wiha bang li gelê Sultanbeyliyê kir: “7’ê Hezîranê roja hesabpirsîna ‘me ji bo hûn diziyê bikin deng da we’ ye.  Birêz serokwezîr, ne dereng e. Sibê barîkatên Taksîmê rakin. Bila 1’ê Gulanê ne di bin dorpêçê de, bi hewaya biratiyê derbas be.”

Demîrtaş bal kişand ser komkujiya El Nusrayê ku li ser gelê Elewî pêk aniye û got: “Yê komkujiya Elewiyan li mizgeftan bi belavkirina lokuman pîroz dikin hene. Serê van li kolanan xwînê dixwazin. Baş e ku HDP heye. Baş e ku heye.”