Ji DAIŞ’ê hovîtiyek din: Serê astengdarekî jê kirin
Ji DAIŞ’ê hovîtiyek din: Serê astengdarekî jê kirin
Ji DAIŞ’ê hovîtiyek din: Serê astengdarekî jê kirin
Çeteyên DAIŞ’ê ji roja hewldana dagirkirinê heta niha êrîşî gundê Pendîr a Kobanê dikin. Zehir Kurdî yê astengdar ji ber ku dibêje ‘Ez gund terk nakim’ serê wî tê jêkirin, Ethem Nebo dîl tê girtin û ji bavê Nebo, Nebo Mislim jî agahî nayê girtin. Ethem Nebo ku 50 rojan rastî îşkenceyê tê ji ber kelepçeyê milê wî yê çepê felç dibe. Hevsera Nebo Mislim, Xalide Şakî Elî got: “Bila êdî cîhan ji vê zilmê re bêje bes e."
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Pendîr dikin û di dema êrîşê de tenê sê kes li gund hene. Dibêjin em teqez gundê xwe terk nakin. Zehîr Kurdî yê 35 salî ku astengdar e serê wî tê jêkirin, Ethem Nebo yê 39 salî dîl tê girtin û Nebo Mislimê 60 salî jî ji wê rojê de agahî jê nayê girtin.
SERÊ ZEHIR JÊKIRIN, BAVÊ MIN WINDAYE
Ethem Nebo ku dîl hat girtin got: “Roja DAIŞ’ê êrîşê gund kir, gundî derketin. Lê dînê gund Zehir Ebdo û bavê min Nebo gund terk nekirin. Li ser gotina bavê xwe jî ez neçûm. Dema çete ketin rêya gund min xwe veşart. Çeteyan ez dîl girtim. Çeteyan serê Zehir jêkirin û çi bi bavê min kirin ez nizanim. Ez jî birim Cerablusê.
ÎŞKENCE LI MIN KIRIN
Ethem Nebo got ku gelek Kurd dîl hatibûn girtin û îşkenceyên mezin lê kirine û got: “Ji ber kelepçeyê û îşkenceyê ez ji ser hişê xwe diçûm. Mirovên sivîl dianîn hemberî min û gotin ev YPG’î ne yan na. Lê min ew mirov qet nedîtibûn. 50 rojê min tijî bû ez birim Mîmîcê. Piştre ez berdam. Ji ber îşkenceyan milê min ê çepê felc bû.
DIBE KU BAVÊ MIN KUŞTIBIN
Aqubeta bavê min nayê zanîn. Min bavê xwe qet nedît. Ji bo parastina bavê xwe min dîlgirtin da ber çavan. Lê mixabin min nikarî bavê xwe biparêzim û niha em aqubeta wî jî nizanin.
BILA CÎHAN JI ZILMÊ RE BÊJE BES E
Hevsera Neba Mîslim, Xalîde Şakî Elî jî got ku ew zilma DAIŞ’ê ti car ji bîr nakin û da zanîn ku bila êdî cîhan ji vê zilmê re bêje bes e û got: “Em hemû wêran bûn. Em bê mal û war man.”