Ji Dadgeha Bilind a Rûsyayê bo ‘raqîbê’ Putîn morel
Ji Dadgeha Bilind a Rûsyayê bo ‘raqîbê’ Putîn morel
Ji Dadgeha Bilind a Rûsyayê bo ‘raqîbê’ Putîn morel
Dadgeha Bilind a Rûsyayê, der barê karsaz Mîhaîl Hodorkovskî ku hefteya borî ji ber efûyê derket ji nûve biryara lêkolînkirina du dozên ku berê dihatin dîtin da. Serokdewletê Rûsyayê Putîn diyar kir ku biryara der barê Hodorkovskî li ser biryareke ku berê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) girtibû hatiye girtin.
Bevdevkê dadgehê Pavel Odîntsov biryar aşkera kir û diyar kir ku der barê Hodorkovskî û hevkarê wî Platon Lebedev de dê du dozê berê ji nûve bên dîtin. Her du karsasazn di 2005’an de ji ber ‘baca sexte’ 8 sal ceza girtibûn û ev ceza di 2010’an de ji ber ‘petrola kaçax û revandina pereyan’ derket 14 salan. Hat gotin ku her du karsazan di wê demê de 23.5 mîlyar dolar sextekarî kirine.
Hinceta ji bo biryara Dadgeha Bilind, biryara DMME’ê ya Tîrmeha 2013’an diyar kiribû ku ev ne darizandineke adîlane.
Ger dosyayên dozê ji nûve bên dîtin ne diyare ku hevkarê Hodorskovskî, Platon Lebedev dê bê berdan an na.