Ji ciwanên Kurd li Radyoya Kolnê çalakî

Ji ciwanên Kurd li Radyoya Kolnê çalakî

Çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê ya ciwanên Kurd ên li Ewropayê didomin.

Li Bajarê Koln a Elmanyayê nêzî 20 ciwanî duh saet di 15’an de bi ser Radyoya Kolnê de girtin.

Ciwanan da zanîn ku heta daxwazên wan neyên bicih anîn wê çalakiya wan bidome û rayedarên radyoyê li ser vê yekê bi ciwanan re hate cem hev û ciwanan di hevdîtinê de dosyayek ku berxwedana Kobanê vedigot pêşkêş kir.

Di hevdîtinan de ciwanan der barê berxwedana Kobanê de agahî da rayedarên radyoyê. Ciwanan diyar kir ku çapemeniya Elmanyayê li dijî Kobanê û Rojava bêdeng e.

Rêveberiya radyoyê bersiva erênî da daxwaza nîşandana berxwedana gelê Kobanê û pevçûnê li wir tên jiyîn û her wiha soz dan ku wê çalakiya li ber Dêra Dom didome jî wê bişopînin.

Rêveberiya Radyoyê da zanîn ku wê di demeke kurt de biçin ber Dêra Dom û li wir çalakgeran ziyaret bikin û nûçeyan der barê wan de çêbikin.

Piştî hevdîtina hate kirin çalakî du saetan berdewam kir bi dawî bû.