Ji cenazeyên hatin revandin wê 11 cenaze bên radestkirin

Ji 262 cenazeyên ku dewleta Tirk beriya du salan bi hilweşandina Goristana Garzanê revand Stenbolê wê 11 cenazeyan radestî malbatên wan bikin.

Goristana Garzanê ya li bejahiya Oleka Jor a Bedlîsê di 19'ê Kanûna 2017'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû hilweşandin û 267 cenaze jê hatibûn derxistin. Cenaze piştre biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.

Heta niha tenê 5 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin. Herî dawî beriya pênc mehan 3 cenaze radestî malbatên wan hatibûn kirin.

Li gorî agahiyan testa DNA'yê ya 11 cenazeyên din jî bi dawî bûye û wê di demeke kurt de radestî malbatên wan bên kirin.

Tê gotin, piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê nivîsekê ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re bişîne wê cenaze radestî malbatan bên kirin.