Ji çapemeniya Swêdê nirxandina pakêta Erdogan
Ji çapemeniya Swêdê nirxandina pakêta Erdogan
Ji çapemeniya Swêdê nirxandina pakêta Erdogan
Pakêta Demokratîbûnê ya serokwezîrê tirk di çapemeniya Swêdê eleqe nedît û rapora Rêxistina Efuyê ya Navnetewî ku binpêkirina mafê mirovan a li Parqa Geziyê dest pê kiribû bi awayekî berfireh girtibû dest di çapemeniyê de cihekî berfireh girt.
Ajansa TT ya Swêdê pakêta Erdogan bi sernavê ‘li dibistanên tirk ji bo perwerdeya kurdî destur’ da û her wisa agahiyên din yên ku tu eleqeya wê bi rastiyê nîne yên wekê dê ji benda hilbijartinê ji sedî 10 daxînin ji sedî 5’an jî serwîs kirin. Lê hewayeke ku Tirkiye demokratîk bûye hatibe afirandin jî rastî rojek şûnde hatin fêmkirin.
Ajansa TT du di saetên sibê de bi ser navê ‘PKK: Pakêt ji bo aştiyê têr nake’ nûçeyek weşand û di hemû çapmeniyê de wekê ku PKK ji pakêtê neraziye nûçe hatin weşandin. Di hemû nûçeyan de hat diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê careke din ji bo hilbijartinan qezenc bike, ketiye nava hewldanan û hat gotin ku fikarên wan hene. Di çapemeniya Swêdê de tenê du rojnameyan der barê pakêta Erdogan de şîrove kir.
Ji rojnameger Gunîlla Brodrej di rojnameya Expressen ya Swêdê de ev pirs pirsîn;Gelo dê êdî ceza bidin kesên bi tîpên kurdî dinivîsin? Dê dersên kurdî li dibistanên taybet bên hînkirin? û diyar kir ku Erdogan di pakêta ku aşkera kiriye de tenê çend guherîn bo kurdan kirine.
Brodrej da zanîn ku dema zarokên kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê nebîne dê tîpên Q,W û X çi bikin û got: “Ew niznain, dê û bavê wan, kal û pîrên wan niznain. Di makeqanûnê de li Tirkiyeyê li herêma kurdan yekane zimanê perwerdê tirkiye. Cudahiya navbera kurdî û tirkî de bi qasî cudahiya navbera Swêdî û Tirkî mezine.” Brodej got kurdî berbi tunebûnê ve diçe û ciwanên ku tirkî nizanibin, şensê wan yê kariyerê nîne û got rewşenbîrên li dîasporayê dijîn, ji bo kurdî bidin jiyîn têkoşînê didin. Bi kurtasî divê Erdogan duh bigota zarokên kurd li dibistanan dê bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Lê li şûna wê 3 tîp dan û navnîşana dibistanên taybet nîşan da.
ERDOGAN DIGUHERE
Rojnamger Bîtte Hammargren di rojnameya Svenska Dagsbladet de bi ser navê ‘Erdogan dîsa kilix diguhere’ nivîsek weşand û diyar kir ku Erdoganê ku di berxwedana Gezîde talîmata êrîşkirina li ser gel kir, vê hefteyê her çiqas ji daxwazên gel re nebe bersiv jî, wek reformger xwe derxist pêş. Erdogan dibêje parlamenterên jin û jinên di saziyên fermî de dixebitin dikarin bi turban bixebitin û bi vî awayî hestiyekî dabêje ber hilbijêrên xwe. Ji kurdan re jî dibêje li dibistanên taybet mafê perwerdeya kurdî. Lê kurd li dibistanên dewletê perwerdeya kurdî dixwazin.” Hammargren da zanîn hêviya wî eve ku bi pakêta Erdogan re pêvajoya aştiyê ya navbera Ocalan, PKK û Dewletê bidome.