Ji çalakvanên Parka Gezî yên Enqereyê 8 kes hatin tehliyekirin

Ji çalakvanên Parka Gezî yên Enqereyê 8 kes hatin tehliyekirin

Li Enqereyê ji kesên ku bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Parka Gezî beşdarî xwepêşandanan bûn û paşê hatin girtin, 8 kes hatin tehliyekirin.

Piştî çalakiyan 23 kes ji aliyê polîs ve hatibûn binçavkirin, di 28’ê Hezîranê de jî  13 kes hatibûn binçavkirin. Ji 13 kesên ku bi sûcdariya endamên rêxistinê ne, zerar dane malên gel, li hemberî hêzên li ser wezîfeyê derxistina astengiyan hatibûn girtin, di encama îtîrazê de hin ji wan hatibûn berdan. Duh jî dadgeha ku îtîraz nirxand biryara tehliyekirina 8 girtiyan da. Her 8 kesên ku hatin tehliyekirin beşdarî bîranîna Ethem Sarisuluk a bi munasebeta 40’emîn roja qetilkirina wî li Guvenparkê hat organîzekirin.