Ji çalakiya ‘Cizîrê’ ya li Kadikoyê re astengiya polîsan
Polîsan hewl dan çalakiya ji bo xwedîderketina berxwedanên Cizîr û Sûrê ya li Kadikoyê asteng bikin.
Polîsan hewl dan çalakiya ji bo xwedîderketina berxwedanên Cizîr û Sûrê ya li Kadikoyê asteng bikin.
Polîsan hewl dan çalakiya ji bo xwedîderketina berxwedanên Cizîr û Sûrê ya li Kadikoyê asteng bikin. Di daxuyaniya çalakiyê de banga hestiyariyê li dijî qetlîaman hat kriin, wiha hat gotin: “Li dijî qetlîaman û şer em bang li her kesî dikin ku li pêşiya Operaya Sureyya deng derxin.”
Polîsan hewl dan daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Îskele ya Kadikoyê ku di pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê de pêk hat asteng bikin. Li ser vê girse bi dowîzên, “Wehşeta li Cizîrê bi dawî bike, birîndaran rizgar bike” ve dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Li hember anonsên polîsan ên, “Dirûşm qîrkirin qedexe ye, eger hûn berz bikin em ê mudaxele bikin”, gel bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Qatil dewlet wê hesap bide” ve bersiv da.
Ji aktîvîstên Bloka Aştiyê Bahadir Altan di çalakiyê de mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku divê dorpêç bê şkandin.
’30 HEZAR ÎMZE HATIN KOMKIRIN; HÊVÎ HENE’
Altan bi bîr xist ku wek Bloka Aştiyê ev 180 roj in saet di navbera 19.00-20.00’an de li pêşiya Operaya Sureyya ya li Cadeya Bahariye ya Kadikoyê nobeda aştiyê digirin, wiha rexne pêş xist: “Ti cudahiya şêniyên Kadikoyê ji Elmanên 2. Şerê Cîhanê tineye. Gelê Elman piştî şer bi dawî bû ji odeyên gazê agahdar bûn. Ji ber ku rojnameyan nedinivîsî. Îro li Tirkiyeyê jî rastî nayên nivîsandin.”
‘EM BANGA LI PÊŞIYA OPERAYA SUREYYA DIKIN’
Altan wiha dewam kir:
“180 roj in me neynik ji şêniyên Kadikoyê re girtin… Kadikoyî tenê wisa ji wehşeta li Kurdistanê agahdar bûn. 30 hezar kesî li dijî vê wehşetê îmze dan.
Em bang li her kesî dikin ku li pêşiya Operaya Sureyya li dijî şer û qetlîaman deng derxin. Em ê li vir qetlîamên ku rojnamevan nanivîsin, medya nabêje vebêjin. Eger 30 hezar kesî li hember şer îmze avêtibe hêvî hene. Divê em li dijî zîhniyeta ku îro daxuyaniya me ya çapemeniyê jî asteng kirin hêviyan şîn bikin.”