Ji Brukselê banga xwedîderketina li berxwedana Mahabad
Li Brukselê Kurdên rejîma Îranê lanet kirin, banga xwedîderketina li berxwedanê Mahabadê kirin.
Li Brukselê Kurdên rejîma Îranê lanet kirin, banga xwedîderketina li berxwedanê Mahabadê kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Belçîka Bruksel, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên darvekirinan ên rejîma Îranê, êrîşên li hember çalakiyan Kurdan û dîtina qatilên Ferînaz Xosrawanî mîtîngek li dar xistin.
Di çalakiya li ber Parlamentoya Ewropayê de gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ferînaz Xosrawanî û şoreşgerên PJAK’î yên hatin darvekirin hatin hilgirtin.
'EM Ê GAV PAŞDE NAVÊJIN'
Nûnerê PJAK’ê yê li ser navê çalakvanan axivî, pêkanînên rejîma Îranê lanet kir û diyar kir ku pêwîst e mirov xwedî li berxwedana li Mahabadê bilind dibe derkeve. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ti cure polîtîkayên pelçiqandinê wê nikaribe bi Kurdan gav paşde bide avêtin û hat diyarkirin ku wê çalakî bidomin.
Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jin a Kurd a Belçîka û PYD’ê jî axaftin hatin kirin. Gelek belavok jî ku hatin belavkirin, dirûşmên, "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin”, “Bimire rejîma Îranê”, “Bijî Berxwedana Mahabad”, “Em hemû Ferînaz in”, “Jin jiyan azadî” hatin gotin.
ROJA YEKŞEMÊ LI BER KONSOLOSXANEYÊ
Di çalakiyê de hat diyarkirin ku wê 11’ê Gulanê roja Yekşemê li Bruksel li ber Konsolosxaneya Îranê çalakiyek bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.