Ji bo Yilmaz Guney li Kolnê bîranîn

Ji bo Yilmaz Guney li Kolnê bîranîn

Ji bo 30. salvegera mirina hunermend û derhênerê şoreşger Yilmaz Guney di 26’ê Cotmehê de wê li bajarê Koln ê Elmanya bîranînek bê lidarxistin.

Bîranîna bi navê "Di 30. salvegera mirina wî de Bîranîna Hunermendê Gel Şervanê Gel Yilmaz û Piştevaniya ji Kobanê re” ji aliyê Kovara Çand-Huner û Wêje ya Guney û Weqfa Yilmaz Guney ve tê organîzekirin.

Wê bîranîn 26’ê Cotmehê saet 14:00'an li Ezgî Center, Stolbergerstrasse 317, 50933 Koln, bê lidarxistin.  

Di daxuyaniya Kovara Guney de banga beşdarbûna bîranînê li tevayî şoreşger û kedkaran hat kirin. Kovara Guney got, “Kovara Guney nêrînên rast ên Yilmaz Guney dike rêber û pêş dixe. Yilmaz Guney ji nêrînên wî  cuda destgirtin û bi vî awayî parastina wî, êrîşa herî mezin a li hember Yilmaz Guney e. Li ser vî esasî em 30. salvegerê li gor layiqî Yilmaz Guney bi bîr tînin. Me aktîvîteya bîranînê bi ruhê “Piştevaniya bi Kobanê re” kir yek. Em bang li tevayî hezkiriyên Yilmaz Guney, şoreşger û kedkaran dikin da ku beşdarî bîranînê bibin.”

Mîr Multîmedîa, TV 10, Yol TV, Koma Berxwedan, Sterk TV û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku piştgiriyê dide bîranîne bîlet 10 Euro ye. Pereyên bên komkirin wê ji kesên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ koç kirine bên şandin.