Xwişka Mazlûm Dogan hate girtin

Serap Mûtlû ya ku xwişka kadroyê pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan e bi hinceta rengên kesk û sor û zer hate girtin.

Serap Mûtlû ya ku derbarê wê biryara girtinê heye, li Stenbolê hate destgîrkirin.

Mûtlû dema ku li noterê bû, hate destgîrkirin.

Mûtlû ji aliyê dozgeriyê îfadeya wê hate girtin û bi sûcdariya ku ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye sewqî Hakimiya Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê ya nobedar hate kirin û piştre hate kirin. Mûtlû ew ê bişînin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

Kebîre Dogan ya ku diya Serap Mûtlû ye, di 1’ê Mijdara 2018’an de rehmet kiribû û di merasîma cenaze de bi hinceta şala wê ya kesk û sor û zer ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mazgîrtê ya Dêrsimê derbarê Mûtlû lêpirsîn dabû destpêkirin.