Ji bo xebatkarên xwe Xelata Noelê : Hûn ji kar hatin qewitandin

Ji bo xebatkarên xwe Xelata Noelê : Hûn ji kar hatin qewitandin

 

Şîrketa hatin û çûna hewayî ya Norveçê ku li Parîsê layiqê “ xelata şîrketa ku ji bo hatin û çûna hewayî bîleta herî erzan difiroşe ” hatibû dîtin ya bi Norwegian, Noela xebatkarên xwe yên li Swêdê pîroz kir. û ragihand ku xebatên şîrketê yên li Swêde bi dawî bûne. Ji bo personelên ku li şîrketê dixebitîn pêşniyar kir ku serî li şîrketa mutehîdî ya bi navê personele Proffice Avitation’ê bidin.

Kesên qebûl dikin ku di şîrîketa mutehîdî de kar bikin weke berê bûye wê xebata xwe ya di Norwegian’ê de bidomînin û yên ku vê napejirînin jî wê beşdarî artêşa bêkaran bibin. Kesên ku pejirandine di şîrketa mutehîdî de kar bikin jî, wê beşeke mafên xwe yên ku berê bi peymana kar ya giştî qezenc kirine ji dest bidin.

Norwegian diyar dike ku ew ê piştî sarî salê nameyeke nû ji xebatkarên xwe re bişîne û bêje, “gelo hûn dixwazin derbasî fîrmaya mutehîdî bibin an na û eger bersiva we çi be heya bi 10’ê Çileyê ragihînin me.”

Li qada sermayeyê ya Hewayê rekabeta di navbera tekelan de zêde dibe û her tekel dixwaze ji vê rekabetê qezenca xwe zêde bike û ji bo vê jî her rêbazê bi kar tîne. Ji van rêbazan yek jî ew e ku li xebata xebatkarên xwe dawî bîne û wan bi navgîniya fîrmayên mutehîdî bixebitîne.

Bi vî awayî mafên ku karkeran beriya niha bidest xistine ji holê radikin û personelên ku bê ewlehiya kar dixetibin weke kole dixebitînin.

AGAHIYA SENDÎKAYAN JI TIŞTÊN DIQEWIMIN TUNEBÛYE

Xebatkar ji bo helwesta şîrketê û ji bo helwesta sendîkaya Unio ku endamên wê ne û bi karsazan re li hev kiriye bertek nîşan didin. Lê rêveberên sendîkayê tewanbarkirinên ku wan li gel rêveberiya Norwegian’ê hevkarî kiriye red dikin û îdîa dikin ji vê rewşê agahiyên wan tuneye.

Mudurê giştî yê Norwegian Airshuttle Sweden’ê, Krister Aarnio, Norwegian qebûk dike ku li Skandînavyayê şîrketa hewayî ya despêkê ye ku berê xebatkarên xwe daye fîrmayên mutehîdî û îdîa dike ku li hemû cîhanê heman tişt tên jiyîn û dibêje: “ev gotinên sendîkayê yên weke, ji tiştên diqewimin agahiyên me tuneye, derew in”.

Aarnio dibêje ku ji ber ku Norwegian zêde mezin bûye, dest bi seferên Ispanya, Tayland, Îngiltere  û DYE’ê kiriye, neçar maye ku ji nû ve xwe sererast bike û ji bo ku bi pirsgirêkên ekonomîk re mijûl nebe berê xebatkarên xwe daye fîrmayên mutehîdî.

BI KEDXWARIYA ZÊDE ZÊDE, ZÊDE MEZINBÛN

Norwegian hê zêde tercih dike ku kesên ku li welatên Asyayê dijîn di balafiran de bide xebitandin. Muçeyên pir kêm dide personelên weke ku li Îrlandayê ji bo kar hatine girtin. Li Taylandê şîrketeke bi navê Adecco, karê ji bo Norwegian’ê karker peyda kirinê girtiye ser xwe. Mûçeyên personelên ku li Kabînê tên xebitandin nêzî 1500 Bath e. Bi gotineke din, personelên Taylandî ji çaran yekê mûçeyên personelên ku li Norvecê ji bo kar hatine girtin distînin.

JI SENDÎKAYÊN NORVECÊ BANGÊN BOYKOTÊ

Beriya vê her du federasyonên mezin ên karkeran Fagforbundet û Parat Norwegian li dijî polîtîkaya mûçeyan bertek nîşan dabûn û xwestibûn ku şîrket bê boykotkirin.

Çar şîrketên mezin ên hewayî yên DYE’yê jî serî li saziyên DYE’yê dan û xwestin, ji bo ku Norwegian bi lîsansa Yekîtiya Ewrûpayê seferên li ser DYE’yê pêk bîne destûr neyê dayin.

Di serî lêdanên ku ji bo saziyên DYE’yê de kirine de America Airlines, Delta, United  û US Airways diyar dikin ku Norwegian’ê ji bo ku ji rekeabetê qezenc bi dest bixe bi dîzî û veşartî zagonan bin pê dike û di seferên hewayî yên dirêj de personelên Asyayî bi mûçeyên kêm dide xebitandin.

Berdêvkê çapemenî û ragihandinê yê Norwegian’ê îdîa dike ku tewanbariyên şîrketên Emerîkî îftira ne û rastiyan naynin ziman, şîrketên wan heya bi xal û bênokên wan hemû zagonan pêk tînin.