Ji bo vekişînê rê vekin!

Ji bo vekişînê rê vekin!

Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê, ji ber pirsgirêkên di sala 1999'an de gava gerîlayên PKK'ê vedikişiyan rûdan, gumanên xwe bi raya giştî re parve kirin û Komîsyona Vekişînê ava kirin.  Alîkarê Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren da xuyakirin, ku ji ber bûyerên di sala 1999'an de rû dan guman û hesasiyetên me zêde dikin, em ji  niha ve hukûmet û dewletê hişyar dikin. Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir, ku divê mayinên veşartî yên artêşa Tirk bicih kirine bên rakirin û cerdevan jî eşkere bikin, ku ew êdî diçin malên xwe.

Li dû daxuyaniya Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrad Karayilan a 25'ê Nîsanê, herkes li benda sibê ye ku wê vekişîna gerîlayên HPG'ê bi awayekî fermî destpê bike. Tê payîn, komên destpêkê yên gerîla bigihêjin Başûrê Kurdistanê, lê operasyonên leşkerî û firîna balafirên keşfê, rê li ber fikar û gumanan vedikin.

Di civîna çapemeniyê ya li Qendîlê de Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kiribû, ku di dema vekişînê de eger êrişek pêk were, wê vekişîn di cih de bê rawestandin û gerîlayê mafê xwe yê parastina rewa bikar bîne. 

Ji bo di dema vekişînê de pirsgirêk rû nedin rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê li hev kom bûn û bi avakirina Komîsyona Şopandinê re, dewlet hişyar kirin.

Mayinan paqij bikin, divê cerdevan daxuyaniyê bidin!

Alîkarê Baroya Amed Nîhat Eren, bal kişand ser êriş û komployên dewletê yên di dema agirbestan û vekişîna sala 1999'an de, lewma hişyarî da hukûmetê.

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî, ji bo di dema vekişîna gerîla de rewşeke neyînî rû nede xwest, mayinên artêşa Tirk li gelemperiya Kurdistanê bicih kiriye werin rakirin. Bîlîcî got, "Ev mayinên mijara gotinê bi haya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, bi awayekî dizî hatine bicihkirin. Paqijkirina erdê ji van mayinan gelekî girîng e."

Bîlîcî destnîşan kir, ku divê cerdevan jî daxuyaniyekê bidin û bêjin êdî em diçin malên xwe.

Pêwîste pêkanînên taybet ên dewletê asayî bibin!

Koma Civakên Kurdistanê, di daxuyaniya xwe ya 25'ê Nîsanê ya li Qendîlê de bal kişandibû ser pêkanînên taybet ên li Kurdistanê û bal kişandibû ser girîngiya paqijiya re. 

Pêkanînên taybet û mayinên artêşa Tirk ên li Kurdistanê hatine bicihkirin, ku KCK'ê bal kişand ser wê, hînê di demeke kin de rê li ber mirina 2 leşkerên Tirk vekiribû.

Bi mirina herdu leşkeran re, mayinên li gelemperiya Kurdistanê hatine bicihkkirin, lê ti carî ji aliyê raya giştî ya Tirkiyê ve heta niha nehat dîtin, ket rojevê. Lewma ji bo pêvajoya vekişîna gerîla û mirovên sivîl êdî zerarê nebînin, divê di serî de ev mayinên li Kurdistanê bên rakirin. 

Hewldaneke bi vî rengî, li gel pêşîvekirina li normalbûyînê, wê pêşî li provokasyonên gengaz jî bigire. 

Li hemberî gavên PKK'ê di vê pêvajoyê de avêtine, dewamkirina operasyon û gefên dewleta Tirk, fikar û gumanan zêde dikin.  Rayedarên KCK'ê di vî warî de dewleta Tirk hişyar dikin, ku ji ber vê rewşê eger wendahiyeke biçûk a gerîla çê bibe, wê berpirsyar dewlet bi xwe be. Ev rastî di heman demê de ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ve jî tê bilêvkirin.

Seddam; "Min Kurdistanê mîlyonek leşker bicih kir"

Tevgera azadiyê ya Kurd, hem ji ezmûnên xwe hem jî ji dîroka Kurdistanê dersên girîng derdixîne.  Lewma ji bo vekişîn bê pirsgirêk pêk were dixwaze "pêkanînên taybet ên şerê taybet" ji holê werin rakirin. Ji ber ku eger ev nebe, wê gumanên gelê Kurd her tim hebin û ev yek wê her tim weke gefekê hebûna xwe biparêze.
Têkildarî vê mijarê ev şîrove dikare bê kirin; "Ez leşkerên xwe vedikişînim, lê mîlyonek leşkerên min wê li Kurdistanê li cihê xwe bimînin." Ev gotin a lîderê têkçûyî yê Iraqê Seddam Huseyîn e. Piştî şerê yekemîn ê kendavê, gava leşkerên xwe ji Kurdistanê vedikişand bal kişandibû ser mayinên li erdnîgara Kurdistanê bi cih kiribû û hebûna van mayinan weke hebûna leşkerên xwe yên li Kurdistanê nîşan dabû. Di ser şerê Iraq û Îranê re 35 sal derbas bûn, lê mayinên ji aliyê herdu dewletan ve hatin bicihkirin, hînê her sal canê bi dehan Kurdan distîne û hejmarek ewçend jî seqet dihêle.
Qanûnên navnetewî jî nehat naskirin

Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bimeşe, pêwistî bi paqijkirina pêkanînên qirêj ên 35 sal in li Kurdistanê tên meşandin heye. Jİ ber ku di nava van 35 salan de mayin û teqemeniyên ji aliyê qanûnên navneteweyî ve qedexe ne hatin bikaranîn. Bombeyên kîmyewî, mîsket, gazên jehrî yên li dijî mirovahiyê hatin bikaranîn.
Ye ji qurmanên van kiryaran jî, Ceylan Onkol bû. Ji bo pêvajoya vekişînê biçe serî pêwistî bi paqijiya van teqemendî û dawîlêanîna van pêkanînan heye.