'Ji bo tûrîzm ji nû ve zindî bibe em dibêjin NA'
Şêwirmendê Malî yê Ozeyranli got, ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rewşa tûrîzm û aboriyê her sal nebaş dibe û diyar kir, gava destpêkê ya ji bo pêşîgirtina li vê rewşê, dayîna dengê NA ye.
Şêwirmendê Malî yê Ozeyranli got, ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rewşa tûrîzm û aboriyê her sal nebaş dibe û diyar kir, gava destpêkê ya ji bo pêşîgirtina li vê rewşê, dayîna dengê NA ye.
Yek ji qadên ku israra polîtîkayên şer a hikumeta AKP'ê bandoreke neyînî lê dike, tûrîzm e. Kargerên sektora tûrîzmê dibêjin, tûrîzma sezona sala nû wê ji sala 2015'an xerabtir be.
Tûrîzmkaran diyar kirin, pirsgirêka sereke ya sektorê, kêmbûna hejmara tûrîstan e û destnîşan kirin, ku rîska herî mezin jî neserketiya polîtîkayên derve û rewşa şer e. Li vê sektorê, ku zêdeyî 800 hezar tûrîst kêm bûn, piştî krîza balafirê rewş hê xerabtir bû.
Yek ji bajarên tûrîzma Tirkiyeyê ya li herêma Egeyê, Bodrûm e. Şêwirmendê Malî yê Rahmî Ozeyranli, ku 30 sal in li Bodrûmê dijî, anî ziman ku navçeyê pareke gelekî mezin ji tûrîzmê girtiye û ev yek jî bi qasî 400 mîlyon dolar e.
Ozeyranli diyar kir, tevî vê yekê, Tirkiye bi qasî 30 mîlyar dolarî hatineyê ji vê sektorê bi dest dixe û got, "Di sala 2015'an de ji sedî 9 kêm bû. Par ji sedî 30 kêm bû. Divê were nirxandin, bê çima hatineya ji tûrîzmê ewqasî kêm bû. Di dema destpêkirina danûstandinên bi Yekîtiya Ewropayê û bicihanîna gelek xalên li ser mafên mirovan, tûrîzm derketibû asta herî bilind. Vê yekê hincetek afirand ji bo mirovên Ewropayê bên Tirkiyeyê. Tevî tûrîzmê gelek sektorên din jî xwedî dike."
'ÎSAL JÎ HÊVIYA ME JI TÛRÎZMÊ NÎNE'
Ozeyranli destnîşan kir, ku ji ber nekêriya rêveberên welêt, tûrîzm têk çûye û wiha dewam kir: "Desthilatdariyê destê xwe xist nava karên navxweyî yê Sûriyeyê. Bi Sûriyeyê re, ku vîzeya navbera xwe rakiribû, îro bûye dijmin. Bi desteka ji bo artêşa azad re li Sûriyeyê bûn aliyek. Tûrîzm hez ji şer nake. Di heman demê de şer û aloziya li welêt, tûrîzm gihand asta têkçûnê. Vê jî têrê nekir; me li welat xwe dest bi şerê mirovên xwe kir. Di şerê 'plana têkbirinê' de 300 hezar mirovên me ji cih û warên xwe bûn, bajar û gund hatin şewitandin. Vê yekê jî rê li ber teqîneke civakî vekir. Tevî vê rewşa sosret, herî dawî me di 15'ê Tîrmehê de dît ku hewldaneke darbeyê leşkerî hatiye kirin. Hikumetê dikarîbû ev bikira; darbekar bigirta û piştre derbasî sîstemeke demokratîk bibûya; Lê belê bi ragihandina Rewşa Awarte re ji bo girtina mûxalîfan bahaneyek afirand. Di rewşeke bi vî rengî de cihê tûrîzmê nîne. Herî dawî bi operasyona 'Mertala Firatê' re em bi temamî ketin nava şerekî. Bombe êdî teqiyan. Di ser re hikumetê rabû bi Ewropayê re krîz derxist û rê li ber windahiyek ji 10 mîlyar dolarî vekir. Lê belê vê yekê 2 pûan bi wan da qezençkirin. Ji bo xatirê dengan, siberoja welêt ji dest dibin.
'GAVA DESTPÊKÊ NA YE'
Ozeyranli anî ziman, rewşa esnafê Bodrûmê nebaş e û got, "Kapasîteya tûrîzmê daket ji sedî 30'î. mirov perîşan bûn. Ketin rewşeke welê ku nikarin lêçûnên elektrîk, av û personelan bidin. Ji ber van hemûyan, divê em bixebitin ji bo ev hikumet tavilê biçe. Gava destpêkê ya vê jî dayîna dengê 'NA' di referandûmê de ye."