Ji bo tunekirina çekên kîmyawî pispor li hev civiyan
Ji bo tunekirina çekên kîmyawî pispor li hev civiyan
Ji bo tunekirina çekên kîmyawî pispor li hev civiyan
Pisporên Rûsiyayê, hin dewletên Ewropa û pisporên Sûriyê ji bo tunekirina çekên kîmyawî yên Sûriyê civiyan.
Pisporan diyar kirin ku çekên kîmyawî heta niha ji ber şert û mercên ewlehiyê tên ragirtin, lewra nehatine veguhestin.
Tê payîn ku çekên kîmyewî ji Beravgeha Laziqiyê bi 2 gemiyên bar werin veguhastin piştre bi gemiyên leşkerî yên Danîmarkê û Narwêcê veguhêzin Beravgeheke Îtalî, ji vir dê ji bo gemiyên Emrîkî werin barkirin û di deryaya navnetewî de werin tunekirin. Rûsiya û Çîn jî diyar kirin ku ji bo misogerkirina tunekirina çekan amade ne.
Beriya niha Rûsiya ragihand ku, ew ji bo alîkariya veguhastina çekên kîmyawî ya peravgeha Laziqiyê amade ye û kamyonên barkirinê şandine Sûriyê.