Ji bo tenduristî û ewlehiya Ocalan li Reîmsê meş hate lidarxistin
Li bajarê Fransa Reîmsê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Fransa Reîmsê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Fransa Reîmsê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Meş li pêşiya Gara Trenê ya Navenda Reîmsê dest pê kir û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ji Ocalan re Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.
Cadeyên qelebalix yên ku meş lê hate kirin, trafîk hate astengkirin. Di çalakiyê de her wiha ji bo balê bikêşînin li ser sepandina cilên yekreng pankart hate çêkirin û di axaftinan de hate gotin ku heta ji Ocalan agahî neyê girtin wê çalakî bidomin.