Ji bo şervana YPJ'ê Uzun mewlûd hat dayîn
Li Edeneyê ji bo şervana YPJ'ê Çagla Uzun (Amara Semsûr) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn.
Li Edeneyê ji bo şervana YPJ'ê Çagla Uzun (Amara Semsûr) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn.
Malbata şervana YPJ'ê Çagla Uzun (Amara Semsûr), li konê sersaxiyê yê li taxa Daglioglû ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê mewlûd da. Li gel Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim bi sedan kes beşdarî mewlûdê bûn.
Mewlûd bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim piştre axivî û hemû jinên li dijî DAIŞ'ê têdikoşin silav kir.
Di mewlûdê de dayika şervana YPJ'ê Çagla Uzun, Sever Uzun axivî û got, "Çagla teyr û qehremanê çiyê bû. Çagla hêviya azadiyê ya hemû jinên neheqî li wan tê kirin bû. Çagla heviya serketina hemû gelan bû. Canê xwe ji bo gelê xwe û ji bo jiyaneke bi şeref a zarokan feda kir. Ji bo şer dijî kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yê hovane bike tevlî nava refên tekoşînê bû. Dema ku zarok li wir dihatin kuştin, Çagla li vir qebûl nedikir û ji bo zarokan biparêze canê xwe feda kir. Ez bi Çaglayê serbilind im û ez soz didim ku ez ê tekoşîna wê berdewam bikim."
Parlamnetera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir, ku jinên Kurd dîrokê dinivîsin û wiha pê de çû; "Pêwîste em Çaglayan ji bir nekîn û hevalên ku ji bo jiyaneke bi rûmet berdêl dane, nedin jibîrkirin. Silav li hemû jinên şoreşger, silav li hemû ciwanên azadiyê. Heya jinên me yên qehreman hebin wê derbên giran di dîrokê de li çeteyên DAIŞ'ê bikevin."
Piştî axaftinan nameya ku Çagla ji bo dayika xwe nivîsandî hat xwendin û girseya gel bê navber dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' qîriya.