Ji bo Romenan projeya li dijî newekheviyê: ROMED 2

Ji bo Romenan projeya li dijî newekheviyê: ROMED 2

Romen û Sîntî  komên gel ên ku herî zêde li welatên Ewropayê rastî newekheviyê tên. Ji ber kevneşopî û terza jiyana cuda, rastî newekheviyê tên û ji derfetên kar û perwerdehiyê bi qasî gelên din fêde nagirin. Her wiha kêmasiya diyalogê jî di asteke ku balê dikişînê de ye.

Di çarçoveya projeya ROMED 2 ya ku ji aliyê Konseya Eworpyaê (KE) ve hatiye fînansekirin, hedef dike ku pirsgirêkên perwerde û kar ên ku Romen û Sîntî li welatên YE’yê dijîn çareser bikin. Proje li gel Roman û Bulgarîstanê li Elmanyayê jî li 6 bajaran pêk tê û bi giştî proje 12 welatan digire nav xwe. Proje hedef dike ku pisgirêka diyaloga di navbera sazî û gelên Ewropayê de ya bi Romen-Sintiyan re bê çareseririn.

DESTPÊKÊ DIVÊ ZAROKÊN WNA DI PERWEDÊ DE CIH BIGIRIN

Di çarçoveya projeyê de nêzî hezar û 300 medîator hatin peywirdarkirin, ev kes bi taybet li dibistanan wê pirsgirêkên zarokên Romen û gelên din re eleqedar dibin. Yek ji nuqteya girîng a xebata moderatoran perwerdehiya zarokên Romen in. Her wiha bi sedan Romenên li welatên  YE’yê dijîn van hewldanan dikin zorê. Lê piraniya Romenên ji welatên endamên KE’yê hatine welatên Ewropayê piraniya wan xwedî rûniştina demborî ne û ji ber vê jî girîngiyê nadin perwerda zarokên xwe.

JIYANA XEBATA WAN TÊ HEDEFKIRIN

Aliyê din ê girîng ê projeya ROMED 2 qada jiyana xebatê ye. Romenên ku li van welatan rastî newekheviyek mezin tên di qada kar de jî nayên qebûlkirin. Li gorî Romeo Franz ê di projeyê de cih digire, pêşdarazên li hemberî Romen û Sîntiyan sedema zehmetiyên rû didine. Franz got ku Romen û Sintiyên li bi sedan salane li Elmanyayê dijîn û her wiha Romenên ji Rojhilatê Ewropayê koç kirine bi heman pêşdarazan re rû bi rûne. Franz anî zimain ku ew wek gel di nava xizaniyê de dijîn û ji ber xizaniyê gelek kes koç dikin û rastî van pêkanînan tên.

Ji ber vê newekheviyê Romen ji jiyana perwerde û xebatê bêpar dimînin. Ev projeya ku hewl dide pêşî li vê bê bigire hewl dide ji van pisgirêkan re çareyê bibîne.

Koordînatorê Konseya Ewropayê Ulrîch Bunjes ji çapemeniya Elman re axivî û got ji bo newekhevî ji holê rabe divê di asta herêmî de çareserî bê dîtin û mîlyonek Euro yê ji bo projeyê hatiye veqetandin kêm e û ji ber vê yekê serî li medatorên welat dane.

GELÊ HERÎ ZÊDE RASTÎ NEWEKHEVIYÊ TÊ

Li tevayî Ewropayê Romen û Sîntî rastî newekheviyek mezin tên. Li Fransayê bi taybet di mehên havînê de Romenên bi karavanayên xwe dertên gerûgeştê, rastî astengiyên rêveberiyên herêmî tên û hinceta ku parkan dagir dikrin, pirsgirêkên cidî dijîn. Polîsên Fransî bi awayekî tund mudaxaleyî Romenan dikin.