DOSYA III

Ji bo rojên bi xêr: Bêjin NA!

Bi coş û bawerî rêvebirina kampanyaya Na’yê gihandina strana Na’yê li her derê wê eniya antî faşîst bigihîne serketinê. Wê bi ruhê Newroza serketinê ve serketina referandûmê jî bê bidestxistin.

Bi nêzîkbûna 16’ê Nîsanê re kelecana referandûmê û lebata siyasî jî zêde dibe. Ev jî girîngî û maneya referandûma 16’ê Nîsanê zêdetir dike. Êdî referandûma 16’ê Nîsanê ji çarçoveya guherandina hin madeyên destûra bingehîn derketiye û vegeriyaye dengdana çawabûna rêveberiya siyasî ya Tirkiyeyê. Ev jî dide nîşan ku divê xebatên referandûmê hîn bi hêztir bêne kirin.

Pir eşkere ye ku di dengdayîna 16’ê Nîsanê de ya bê diyarkirin; Gelo wê Tirkiye li gorî daxwaz û dîtina Erdogan û Bahçelî vegere dîktatoriyeke dijminahiya Kurdan, gel û jinê an jî wê bibe xwedî pergaleke çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka jinê û ya kedkaran? Eger di dengdana 16’ê Nîsanê de ji sindoqan Erê derkeve wê ya yekemîn pêkwere, eger ji sindoqan Na derkeve wê pêşiya xala duyemîn vebe. Vaye her tişt hinde zelal û eşkere bûye.

Di çarçoveya referandûma 16’ê Nîsanê de Tirkiye li ser du eniyên wiha parçe bûye. Daxwaza yên di referandûmê de Erê dibêjin di rastiyê de ne dîktatoriyeke olîgarşîke jî. Di rastiyê de AKP’ya berê olîgarşîk bû. Lê di dema em gihiştinê de diyar dibe ku AKP ya kevin li holê nemaye, AKP ya ku di referandûmê de xebata Erê dike, bi tevahî ketiye bin desthilata Erdogan û bûye partyiya yek kesî. Her çiqas Bahçelî referandûma 16’ê Nîsanê xwestibe jî, zelal e ku yê pergala serokatiyê xwestiye Erdogan e. Her wiha tê zanîn ku eger di encama referadûmê de Erê derkeve wê Erdogan pergala dîktatorî ya faşîst saz bike. Di vê rewşê de Bahçelî qaşo ji bo silametiya dewletê destek dide pergala takekesî û faşîst ya Tayîp Erdogan. Wê siberoj bide nîşan ku ka li hemberê vê xizmetê bikare cîgiriya serok-komariyê ji Erdogan bigire yan na?

Bala xwe bidinê di eniya Erê’yê de yek partî û rêxistinên hevreng û yekdeng nîne. Di AKP’ê de jî bi tenê kesên dîktatoriya Tayîp Erdogan dixwazin Erê dibêjin. Kesayetên wek Abdullah Gûl, Bûlent Arinç û Abdullatîf Şener ku damezirînerên destpêkê yên AKP’ê ne û gelek kesên wek wan jî li dijî pergala dîktatoriyê derdikevin. Dîsa li derdora MHP’ê jî bi tenê alîgirên Dewlet Bahçelî Erê dibêjin. Tê dîtin ku ji nîvî zêdetir endamên MHP jî kampanyaya Na’yê bi rê ve dibin. Di rojên dawiyê de li derdora BBP ‘ê ya piştgiriya dengê Erê kir jî xuya bû ku bi tenê alîgirên serokê giştî di heman dîtinê de ne û piraniya partiyê li dij in.

Başe ev tev de çi îfade dikin? Dide nîşan ku eniya Erê ji çend beşan pêkhatî ne. Ango partiyeke tevahî tevli nebûye, eniya Erê’yê wek komeke nû derdikeve holê. Baş e karektera eniya nû çi ye û çawa ye? Pir zelal e ku eniya Erê ya em behsê dikin çeteyeke berjewendiyan e, derdoreke ku dîktatoriya faşîst ya Erdogan qebûl dike ye. Ev derdor olîgarşiyeke faşîst jî pêknayne. Wek di dewleta Osmanî de, komeke ku rêveberiya mutleq a takekesî diparêze û serî li ber dîktatorekî faşîst ditewîne ye.

Eger di 16’ê Nîsanê de ji sindoqan Erê derkeve û rê li ber sazkirina dîktatoriya faşîst ya Tayîp Erdogan vebe, wê çi biqewime? Me bersiva vê pirsê berê li ser çar beşan dabû. Destpêkê wê Tayîp Erdogan ji bo desteserkirina meclîsê û partiyên siyasî û ji bo tinekirina wan wê biçe hilbijartina pêşwext û MHP ê ji holê rake. Wisa jî wê zemîna sazkirina dîktatoriya faşîst zeximtir bike. Duyemîn wê KDP’ê kedî bike. Ji xwe li gorî pêşketinên Kerkûkê ji niha ve bendê Barzanî şidandiye. Sêyemîn, wê hîn bêtir bi yekîtiya Ewrûpa û bi Amerîkayê ve lava bike. Ji xwe di kombûna dawiyê ya MGK’ê de biryara dawîanîna operasyona Kalkana Firatê girtin û pêşî li vê pêvajoya lavakirinê vekirin. Herî dawî jî, wê di serî de Kurd û wisa jî li ser elewî, kedkar û tevahiya bindestan terora faşîst û tevkujiyan qat bi qat zêde bikin. Ji 24’ê Tîrmehê heta niha Kurdistan vergerandîn gola xwînê. Eger di 16’ê Nîsanê de Erê derkeve wê ev gola xwînê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe û vegere şerekî hundirîn ya dijwartir.

Eger di 16’ê Nîsanê de ji sindoqan Erê derkeve wê Tayîp Erdogan dîktatoriya xwe ya faşîst hîn bêtir sazkar bike û di serî de li dijî Kurdan û li dijî tevahiya gelên li Tirkiye û Rojhelata Navîn wisa jî li dijî mirovahiyê kampanyaya terora faşîst geş bike. Ji xwe Erdogan vêna bi awayekî eşkere jî dibêje. Gelên Ewropî jî vekirî tehdît dike. Ji bo serketina di referandûmê de jî serî li her cure hîle, zext û qedexeyan dide. Çeteyên faşîst li Ewrûpayê êrîşên kesên dengê Na bikar tînin kirin û sê kesan birîndar kirin. Li ser kesên li Tirkiye û Kurdistanê kampanyaya Na bi rê ve dibin, teror û çewisandin di asta herî bilind de berdewam dike. Tevahiya derfetên dewletê ji bo kampanyaya Erê têne bikaranîn. Li Kurdistanê rayedarên sivîl û leşkerî ji bo dengê Erê li ser gel zextên giran bikar tînin. Wisa ku waliyê Şirnexê strana HDP’ê ya Bêjin Na jî qedexe kiriye. Diyar e ku ji gotina Na ya Kurdan bi awayekî vekirî ditirsin. 

Eşkere ye ku di 16’ê Nîsanê de serketina Erê zexmbûn û sazkariya dîktatoriya takekesî ye û ev jî tê maneya felaketa Tirkiyeyê. Her wiha divê herkesên li Tirkiyeyê demokrasî û azadîxwaz bi hevkarî demên mayîn baş bikar bînin û encameke wisa asteng bikin. Di Nîsanê de serketina Nayê jî wê bibe sedemê pêşî vekirina şoreşa demokratîk û sazkirina komara demokratîk. Lewre divê bi şev û roj bê rawestan xebat bên kirin û di 16’ê Nîsanê de serketina Na’yê pêkwere.

Di rewşa niha de herkes qebûl dike ku aliyê Na bihêztir e. Aliyên dibêjin Na di nav çarçoveya xwe de dest bi kampanyaya hilbijartinê kirine. Bi taybetî jî plansaziyên mîtîngan yên HDP’ê girîng in û divê bi awayekî bi bandor bi rê ve biçin. Çiqas dereng mabe jî, divê ev plansaziyên mîtîngan bi awayekî bi xurtî bêne rêvebirin. Dîsa bi komên rêkxistî re tax bi tax, kolan kolan xebata Na’yê jî girîng e. Divê kampanyaya li Tirkiyeyê Hayir û li Kurdistanê Bêjin Na bi berfirehî bigihije girseyan.

Mirov dikare xalên li ser vê babetê ku divê bi baldarî bên şopandin jî wiha îfade bike: Girîng e kampanyaya Na’yê ji mîtîngên mezin û girseyî heta bi komên li kolanan pir rengîn û bi rêbazên pircure bête kirin. Ango divê teng û yekalî nemîne. her kesê dikare kar bike bi awayên guncav ji bo xebatê bêne seferberkirin.Ya duyemîn jî, divê ji bo kirinên xisarê bigihînin kampanya Na’yê rê neyê dayîn û di vê derbarî de mûsamaha û nezelalî tinebe. Wek nimûne, gotinên wek di mercên OHAL’ê de derfeta referandûmê nîne, rewabûna referandûma niha nîne ku wê bibin sedemê sarbûna gel a ji bo dengdayînê nayê qebûlkirin. Dîsa divê li dijî boykotparêzî ku di esasê de Erêperestiya veşarî ye helwesta zelal bête girtin û vekirî bête gotin ku ew di xizmeta faşîzma AKP-MHP’ê de ne û wisa jî li dijî wan bê derketin. Li ser vê esasê girîng e ku herkes ji bo çûyîna ser sindoqan bê teşwîqkirin, tedbîrên hewce yên ewlehiya sindoqan bêne girtin, ji bo bikaranîna dengê Na di nav her kom û deverê de xebat bêne kirin. 

Ya herî girîng jî divê di mercên OHAL’a faşîst de jî mirov bawer be ku wê Na bi ser bikeve. Bawerkirin destpêka serketinê ye. Divê ji serfkeftina di 16’ê Nîsanê de guman nebe û bi vî awayî xebat bêne kirin. Di vir de ya girîng têkoşîna li dijî faşîzmê ye ku ji sindoqê çi encam derdikeve bila derkeve, rêvebirina kampanyayeke xurt têkoşîna li dijî faşîzmê hêzdar dike. Ji bo vê jî bi coş û bawerî rêvebirina kampanyaya Na’yê gihandina strana Na’yê li her derê wê eniya antî faşîst bigihîne serketinê. Wê bi ruhê Newroza serketinê ve serketina referandûmê jî bê bidestxistin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA