Ji bo rêveberiya demî ya Rojava pêngava girîng

Ji bo rêveberiya demî ya Rojava pêngava girîng

Di civîna ji bo rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê ku bi beşdariya pêkhateyên kurd, ereb, çeçen û asûrî-suryanî hate lidarxistin de, ji bo xebatên rêveberiya demî ya Rojava meclîsek hate avakirin.

Civîna ji bo rêvberiya demî ku 2 roj berê li bajarê Qamişlo destpê kiribû û piştî navbera 2 rojan îro dîsa dom kir, bi encam bû. Civîna ku li Salona Rewabî hate lidarxistin nêzî 3 saetan dom kir.

Di encama nîqaş û nirxandinên li ser projeya rêveberiya herêmî ku PYD’ê pêşkêş kiribû de, ji bo rêveberiya demî Meclîsa Avakirina Rêveberiya Giştî ya Rojava hate avakirin. Meclîs jî ji 82 endamên ji nûnerên kurd, ereb, çeçen û asûrî-suryanî pêk tê.

Derbarê biryarên hatine girtin Endamê Dîwana Meclîsa hatiye avakirin Hekem Xelo agahî dan ANHA’yê.

Xelo got ku wan li ser projeya PYD’ê ku herêmên Rojava wekî 3 herêmên kanton (xweser) diyar dike nîqaş meşandine. Hekem Xelo, diyar kir ku di bin banê Meclîsa Avakirina Rêveberiya Giştî de jî Desteya Şopandina Pêkanîna Rêveberiya Demî hatiye avakirin û ev deste ji 55 kesên ji kurd Kurd, Ereb, Çeçen, Asûrî-Suryanî pêk tê.

Xelo got ku ev Meclîs wê amadekariyên avakirina rêveberiya herêmî bike û wiha dom kir: “Li gorî projeye hatiye pêşkêşkirin herêmên Rojava dê wekî wekî herêmên kanton ên Efrîn, Kobanê û Cizîrê bê destnîşankirin. Her herêmek kanton wê meclîsa xwe ava bike û di meclîsa giştî de bê temsîlkirin.”

Xelo meclîsa wan demborî ye û peywîra wê meşandina xebatên îlankirina rêveberiya demî û amadekariyên hilbijartinan e. Xelo got ku her wiha emê bi pirsgirêkên parastin, siyasî û aborî re mijûl bibin.