Ji bo radestkirina Taşdemîr, Norweç hat protestokirin

Piştî Norweçê aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr radestî Tirikiyeyê kir, li paytext Osoyê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Kurd û dostên xwe li ber Wezareta Karê Derve ya Norweçê, radestkirina Taşdemîr a ji bo Tirkiyê şermezarkirin. Tevgera jinan a Norweçê Kvînnenfronten û rêxistina antî faşîst Motmakten jî tevlî çalakiyên bûn.

Di axaftina li ser navê Rêxistina Ciwanên Kurd ên Norweçê Ûngkurd hatî kirin de, hate ragihandin ku Norweç ji ewlehiya jiyanî ya Taşdemîr berpirsyar e û ev biryara Norweçê ya dersînorkirina Taşdemîr nayê pejirandin.

Di axaftina li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Osloyê hatî kirin de jî, ev radestkirin hate şermezarkirin û hat gotin ku wê şopdarê bûyerê bin