Ji bo protestokirina AKP'ê li gara trenê ya Malmo çalakiya rûniştinê pêk hat

Li gara trenê ya Malmo duh piştî nîvro çalakiya rûniştinê pêk hat. Di çalakiyê de terora AKP'ê ya li Kurdistanê hat şermerzarkirin.

Li gara trenê ya Malmo duh piştî nîvro çalakiya rûniştinê pêk hat. Di çalakiyê de terora AKP'ê ya li Kurdistanê hat şermerzarkirin.

Komek ji Kurdistaniyan, ji bo şermezarkirina komkujiyên hikûmeta AKP li gelê Kurd dike û bi armanca silavkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê, li gara trenê ya Malmo çalakiyeke rûniştinê lidar xistin.

Çalakgeran wêneyên ji komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê kiriye hilgirtin û pankarta bi nivîsa "Tirkiye=DAIŞ", "Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Kurdistanê bisekinîne", "Bijî xwerêveberiya demokratîk û ji Ocalan re azadî" vekirin.

Di çalakiya ku alên PKK'ê û wêneyên Ocalan jî hatin vekirin de, li ser armanca çalakiyê belavokek hat xwendin û rêwiyên li garê der barê komkujiyên dewleta Tirk de hatin agahdarkirin. Bang li Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hat kirin, ku bêdeng nemînin û li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, derkevin.

AKP WÊ CAREKE DIN LI STOCKHOLMÊ WERE ŞERMEZARKIRIN

Kurdistaniyên ku di nava hefteyê de her roj li kolana Drottnînggatan a paytext Stockholmê bantê bi devê xwe ve dikin û komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikin, îro jî wê li Meydana Sergelê çalakiyeke girseyî pêk bînin û hikûmeta AKP'ê şermezar bikin.

Meclîsa Jinê ya Amara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê dan xuyakirin, ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd komkujî û qirkirinê dike û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin, ji bo şermezarkirina hikûmeta AKP'ê beşdarî xwepêşandana saet di 12:00 de destpê dikin, bibin.

...