Ji bo piştevaniyê Dayîkên Aşitiyê serdana Şenyaşar kirin

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê û aktîvîstên TJA’yê, serdana Emîne Şenyaşar ku nobeta Edaletê digire, kirin û ev peyam dan; “Em heta dawiyê bi dayika Emîne re ne. Em aştiyê dixwazin, bîla êdî dayik negirîn.”

“Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 20’emîn de didome. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Emîne Şenyaşar kirin û peyamên piştgiriyê dan. Emîne Şenyaşar di dema serdanê de, diyar kir ku edalet tuneye û ev tişt got: “Edalet di bin erdê de ye. Ji bo derxistina wê mijûl dibim. Hê jî malbata Yildiz gefa li me dixwe. Edalet li kur e? Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘BILA DAYIK NEGIRÎN’

Piştî Şenyaşar ji Meclisa Dayikên Aştiyê Perîhan Altûg axivî û ev peyam da: “Em jî heta dawiyê edaletê dixwazin. Divê ji bo dayika Emîne edalet bi cih were. Ji bo herkesî edalet pêwîst e. Tiştek bêedalet nabe. Kes bêedalet nikare bijî. Ji bo hemû gelan edalet pêwîst e. Em ê heta dawiyê şopdarê edaletê bin. Em aştiyê dixwazin ne şer. Me hertim aştiyê xwestiye. Bila êdî dayîk negirîn û ev şerê qirêj bi dawî bibe.”

Piştî axaftinê dayik û aktîvîstên TJA’yê ji bo demekê li cem Emîne Şenyaşar rawestiyan û piştre ji bajar veqetiyan.