'Ji bo pêvajoya endametiya YE, me desteka xwe pêşniyar kirin'
'Ji bo pêvajoya endametiya YE, me desteka xwe pêşniyar kirin'
'Ji bo pêvajoya endametiya YE, me desteka xwe pêşniyar kirin'
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjor Jagland diyar kir ku wî di serdana xwe ya li Tirkiyê de, di mijara danûstandinên li ser mafên bingehîn û dewleta huqûqê de, alîkariya xwe pêşniyar kirine. Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland ragihand ku hevdîtinên wan ên li Tirkiyê di atmosfereke erênî de derbas bûye û ewê pêşveçûnan bişopîne.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland, bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erodgan, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn, Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler, Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Şahîn û navbeynkarê Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê Mehmet Nîhat Omeroglû re hevdîtin kir.
Jangland der heqê serdana xwe ya li Tirkiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku wan mijarên pêvajoya reforman a li Tirkiyê, hevkariya bi Konseya Ewropayê re, entegrasyona Ewropayê, polîtîkayên cîrantiyê û berxwedana bi Parqa Gezî destpê kir û li gelemperiya Tirkiyê belav bû, nirxandine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hevdîtina Jagland-Erdogan di rewşeke "dostaniyê" de pêk hatiye. Hat ragihandin ku nuqteya di hevdîtinê de derketiye pêş "Pêwistiya Ewropayê bi Tirkiyê ya Tirkiyê bi Ewropayê" ye. Hat hînbûn, Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler raporek li ser pêvajoya reforman amade kiribû, pêşkêşî Jagland kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Guler diyar kiriye ku ewê di mijara medya sosyal de ti guhertinên qanûnî nekin.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku hevdîtinên girîng hatine kirin. Jagland anî ziman ku Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê Mûammer Guler diyar kiriye ku der heqê polîsên wezîfeya xwe nebaş bikar anîne de, lêpirsîn hatiye vekirin. Jagland diyar kir ku vebûna 22 mijarên danûstandinên bi Yekitiya Ewropayê re ji bo Tirkiyê girîng e û got, "Hevkariya Konseya Ewropa û Tirkiyê wê dewam bike. Me pêşniyar kirin ku di mijarên mafên bingehîn û huqûqî de piştgiriya danûstandinan bikin. Dikarim bêjim ku me bersiveke erênî jî stend. Ji vê gelekî kêfxweş im."