Ji bo li sînorê Tirkiye-Sûriye bicih kirina sîstema parastina fûzeyan heyeta NATO ya hate Enqereyê, îro dê biçin herêmên ser sînorê Sûriyeyê û ji bo cih kirina rampayên Patriotan xebatên keşifê destpê bikin.
Hate ragihandin ku, heyeta NATO ji bo li nêzî herêmên sînor yên Hatay, Riha û Dîlokê ji bo rampêyên Patriotan bicih bikin dê li deverên guncaw bigerin, piştre ji bo bicih kirina van rampeyan dê leşkerên Alman bînin welat.
Piştî ku Rûsya û Îranê li dijî danîna sîstema parastina fûzeyan, Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk daxuyaniyek da û diyarkir ku, “Avakirina Sîstema Parastinê ya Fûze û Hewayê tenê bi armanca tedbîra li hember gefên Sûriyeyê yên fuze û hewayî tê danîn, tedbîrekî bi armanca xwe parastinê ye, ne ji bo pêkanîna ‘Herêma ji Firînê re Qedexeye’ yan jî tevgerekî ya êrîşê nîne.”
Hate ragihandin ku, dê çend rampeyan li Tirkiyeyê bicih bikin û dê çend leşkeran li Tirkiyeyê bicih bikin hêjan nediyare.