Ji bo parastina Kobanê hemû hêza xwe bixin tevgerê

Ji bo parastina Kobanê hemû hêza xwe bixin tevgerê

Di rojên buhrî de êrîşên DAIŞ’ê li hember Rojavayê Kurdistan, taybet jî Kantona Kobanê tûndtir bûne. Di vir de mijareke balkêş hemwextbûna van êrîşan bi banga tevgera azadîxwaziya gelê Kurd a ji bo neçûna dibistanên dewletê Tirk û her wiha bilindtirbûna asta xebat û daxwazên gel li Bakurê Kurdistanê bû. Gelê Kurd li Bakur bi salan e ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têdikoşe. Yek ji van têkoşînan fermîbûna perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Bêguman êrîşên berfireh ê DAIŞ’ê di demeke wiha de li ser Kobanê rewşeke asayî û tesadufî nîne, taybet jî di qonaxeke wisa de ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê pergala perwerde û dibistanên Tirkiyeyê boykot dike û ji her demê zêdetir ji bo gihiştina mafên xwe bi biryar e û berxwedaneke dîrokî û birûmet dimeşîne.

Êrîşên hêzên têrorîst li ser giştî Rojava û taybet êrîşên DAIŞ’ê li ser Kobanê hîn zêdetir zelal kir ku biryar, bername û pêkanîna van êrîşan tev ji yek navend û hişmendiyê çavkanî digire. Ev ji aliyekî ve dijbertiya Tirkiyê ye li hember berfirehbûna xebatên gel li Bakur, di milê din de jî berdewambûna zîhniyeta înkar û tunekirina gelê Kurd e ji aliyê hêzên dagirker û berjewendîxwazên ku ketine nav qeyrana Rojhilata Navîn de. Dibê qey dewletên cîhan û herêm hê êrîşên hovane yên DAIŞ’ê li ser Kobanê û koçberbûna Kurdên wê derê nedîtine ku evqas bêdeng in û tu bertekekê nîşan nadin?! A rast, her yek ji wan bi awayekî di van êrîşan de rol dilîzin û ev şer di berjewendiya wan de ye; taybet jî Tirkiyeyê.

A rast têkoşîn û xebatên gelê Kurd ketiye qonaxeke nû de û her guhertin û pêşketineke di beşeke Kurdistanê de rasterast bandor li beşên din jî dike. Lewma dewletên dagirkerê Kurdistanê bi her awayî hewl didin ku her guhertineke ku berjewendiya gelê Kurd têde be asteng bikin. Jiholêrakirina destkeftiyên gelê Kurd armanca sereke û hevbeşa vaye; îcar ev guhertin li Bakur, Başûr, Rojhilat ango Rojavayê Kurdistanê be ji bo wan ne girîng e. Xebitandina koma têrorîstên DAIŞ’ê li dijî gelê Kurd ku dixwaze civakeke azad, wekhev û demokratîk ava bike, berdewamiya heman siyasetên înkar û qirkirina Kurdan e. Pêkanîna her cure derfet û navgîn ji bo DAIŞ’ê ku ewqas bi hêsanî tevbigere û êrîş bike pirs di serê mirov de çêdike û tu kes nikare vê înkar bike ku ev, planeke navdewletî yê piralî ye. Armanca tevahî van êrîşan şikandina berxwedan û vîna gelê Kurd e. Bêguman gelê Kurd jî vê rastiyê dizane. Ya girîng ew e ku êdî ji vê pêve Kurd hêviya xwe bi tu kesî xweş nekin û li benda alîkariya hêzên derve nemînin; ji bo têkoşîn û berxwedan divê pişta xwe bispêrin hêza xwe ya cewherî.

Damezrandina pergala rêvebiriya demokratîk a xwe ya li Rojavayê Kurdistanê mizgîna rizgariya Gelê Kurd e li çar parçeyên Kurdistanê. Her wiha hêvî û alternatîfeke nû ye ji bo tevahî gelên herêmê ku bi salan e di bin zextê de ne û tên tepisandin. DAIŞ ne tenê dijminê şoreş û destkeftên Kurdan e; dijminê hemû nirx û têkoşînên demokratîk a gelan e taybet jî di Rojhilata Navîn de. Êrîşên wî yên li ser Rojava û taybet Kobanê ji ber ew destkeft û hêviyên nû ku şoreşa Rojava dide gelên din û bi wan nirxan bûye sembola hevjiyana gelan û civakeke azad û demokratîk di herêmê de ye. Jixwe ev di xizmeta berjewendiyên hêzên desthilatdarên cîhanî ango dewletên dagirkerên Kurdistanê de nîne. Helwest û siyaseta van hêzan li hember terorîstên DAIŞ ev aşkera kiriye ku ew, DAIŞ’ê di xizmeta berjewendiyên xwe de weke amûreke dixebitînin. Li aliyekî çavên xwe li tevkujî û koçberiya gelê Şengal û deverên din digirin, li aliyê din jî bi rêya ragihandinên xwe banga alîkarî ji koçberan re û lêxistina DAIŞ’ê dikin! Lê belê heya niha gaveke bibandor neavêtine û wisa dixuye ku li benda dagirkirina Kobanê û dubarebûna bûyera  Şengalên e.

Her roj amadebûna xwe ya ji bo alîkariya bi hêzên ku li hember DAIŞ’ê li ber xwe didin re tînin ziman. Ka ew kîjan hêz in ku di Rojava de ji gelê Kurd zêdetir li dijî DAIŞ’ê radiwestin? Cîhan tev berxwedana Rojavayê Kurdistanê li hember terorîstên DAIŞ’ê bi çavên xwe dibîne lê belê tu yek ji hêzên ku banga şer li dijî DAIŞ’ê dikin alîkariyê nadin. Gelo ev tenê alîkariya hêzeke dikin ku berjewendiya wan biparêze? Ew hêzên ku bêyî tu berxwedaneke Şengal û bajêr û deverên din radestî DAIŞ’ê kirin û reviyan?!

A rast, ji bo wan hêzan pêşeroj û berjewendiyên gelên herêmê girîng nîne. Ya ji bo girîng armancên siyasî û berjewendiyên aboriya pergala sermayedarî ye ku şêwaz û hewlên wan destnîşan dike! Ew hêz daxwaz û biryardariya gelên herêm, taybet jî gelê Kurd ji bo demokrasiya rasteqîn û damezrandina civakeke azad û xweser weke metirsî û gef dibînin ji xwe re. Lewre naxwazin şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo gelên din bibe mînak û alternatîfek. Aşkera ye ku êrîşên ku hê ji destpêka şoreşa Rojava ji her aliyekî ve û bi her şêwazî tên meşandin; ji dorpêça aborî heya kolana xendeqan û niha jî derketine holê ya têrorîstên DAIŞ’ê bêsedem nînin.

Dixwazin bi avakirina pergaleke taybet a girêdayî xwe û domandina qeyran û aloziyên di Rojhilata Navîn de gelên herêmê dijî hev bixebitînin da ku bi vî awayî pêkhateyên çandî û dîrokî ya herêmê zêdetir tune bikin; ji bo ku ev gel tim lewaz û bê vîn bimînin û di encam de ew bixwe tim hêza rizgarker ku diçe hewara her kesî, bin.

Êrîşên ser Kobanê êrîşên li ser nasnameya Kurdê azad û destkeftên wê ne. Li hember êrîşên ku îro li ser Şengal û Kobanê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve pêş dikevin erkê ser milê her mirovekî Kurd ew e ku li hemû parçeyên Kurdistanê tevlî refên berxwedan û şoreşê bibe. Ji ber ku tenê yekîtî û berxwedana hemû alî û hevbeşa gelê Kurd dikare wan bigihîne serkeftin û azadiyê. Berxwedana Kobanê vê rastiyê nîşan dide ku “berxwedan” tim pêdiviya wê bi biryardarî, berdewambûn, pêkanîn û ramanekî ku çavkanî û jêdera wê ye heye. Îro siyaseta radîkal a gelê Kobanê asta şermezarkirinê bihurandiye û derbasî berxwedaneke her timî bûye û ev berxwedan êdî tiştên nû ya mîna afirandina şêwazeke din a jiyana komunal diafirîne. Rewşa li Kobanê tenê di çarçova berxwedaneke asayî û demkurt de nîne; siyaseta radîkal a gelê Kobanê têkoşîna damezrandin û pêkanîna şêwazeke nûjiyana hevreyî ye. Têkoşîna Kobanê wate û pênaseya nû ya siyasetê ye. Li ser vê bingehê dikare bê gotin ku ya li Kobanê li ber xwe dide GEL e.

Divê hemû çîn û beşên cuda yên Kurd, taybet jî ciwan bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û watedar berxwedaneke hemû alî” ji bo parastina Kobanê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemû hêza xwe bixin tevgerê. Kurdistan û çarenûsa gelê Kurd di rewşeke pir hestiyar û dîrokî de ye. Lewre erka ser milê me tevaye ku li ser bingeha nirxên demokratîk û mirovane ya civaka Kurdistanê em di refên şoreş û têkoşînê de cih bigrin ji bo ku civakeke demokratîk û azad biafirînin.