Ji bo Ocalan modêla Mandela!
Ji bo Ocalan modêla Mandela!
Ji bo Ocalan modêla Mandela!
Bi pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd re, ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, lêgerînên modêlên nû ji bo Tirkiyê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de komek ji parlamentên Parlamenta Tirkiyê, piştî modêla ÎRA’yê ya Îngilîstanê lêkolîn kirin, vê carê çûn Efrîka Başûr û modêla Nelson Mandela di ber çavan re derbas kirin.
Hêjayî gotinê ye, tevgera Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke destpêkê modêla Mandêla û dûre jî azadbûna wî, di cih de dibîne.
Parlamenterên BDP’ê Ayla Akat, Ertûgrûl Kurkçu û Nazmî Gur, li ser çavdêriyên xwe yên li Efrîka Başûr de, ji rojnameya Akşamê re axivîn. Parlamenteren BDP’yî diyar kirin ku, gava berovajiyê çareseriyê ne gengaz be, hingî tê dîtin ku çareserî nêrîna bingehîne. Hemû partî tevlî pêvajoyê bûne. Parlamenterên BDP’ê destnîşan kirin ku, wan dîtine; pîvana bingehîn a qasidên çareseriyê yên Efrîka Başûr, dervehiştina hêzên navnetewî ya pêvajoyê ye.
Her weha gotin; Li Efrîka Başûr herdu alî gelekî biryardar bûn. Herdu aliyan dîtine deriyê serketina teqez girtî ye.
Parlamenterê CHP’ê Levent Gok jî anî ziman ku, ji bo ew mînakên li cîhanê hatine jiyîn bibîn û jê sûdê werbigirin, wan dest bi vê gerê kirine.
Parlamenterê AKP’ê Bûrhan Kayaturk jî ragihand ku, wan li Johannesbûrgê li serkêşê danûstandinan guhdarî kirine û ezmûna wan a li ser pêvajoyê, serketina wan a ji bo çareseriyê bi dorfirehî guhdarî kirine.