Ji bo Ocalan li ser înternetê kampanya îmzeyan

Ji bo Ocalan li ser înternetê kampanya îmzeyan

Bi daxwaza heyetek ya tenduristiyê bişînin Girtîgeha Îmraliyê li ser înternetê kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

Yeketiya Tabîbên Tirk û Kongreya Civaka Demokratîk ku daxwaz ji Wezareta Edaletê kiribû ku heyetekî dixtoran bişînin Îmraliyê, hêjan bersiv nehatiye.  Li ser înternetê bi ser navê “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye” kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

Kampanya ku li ser navnîşana http://imza.la/ocalan-in-sagligi-sagligimizdir tê birêve birin hate gotin ku, “Ji bo tenduristî û dermankirina  Rêberê Gelê Kurd ê li grava Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan bê kirin pêwîste heyetekî tenduristiyê ya serbixwe bişînin Îmraliyê.”