Ji bo Ocalan li Heidelbergê standa îmzeyan hate vekirin

Ji bo Ocalan li Heidelbergê standa îmzeyan hate vekirin

Li bajarê Heidelberg yê di çarçoveya kampanya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî stand hate vekirin û îmze hatin komkirin.

Standa îmzeyan ya ku ji aliyê Komîsyona Ciwanên Mannheimê ve hate organîzekir, li yek ji qadên tê bikaranîn Bismarck Platzê hate vekirin.

Di standa ku pankarta ‘Piştevanî, ji Ocalan re îmze’ hate daliqandin, her wiha afîşa ku kampanya ji Ocalan re azadî vedibêje hate vekirin.

Standa îmzeyan ya ku ji 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê destpê kir û dê 3 rojan bidome, di roja xwe ya yekem de bi sedan îmze komkirin.

Weke din ciwanên ku di standê de îmze komkirin, danezanên ku balê dikişînin ser şert û mercên Ocalan yên li Îmraliyê di tecrîdê de belavkirin, her wiha bigotinî jî rewş vegotin.

Komîsyona Ciwanên Mannheimê dane diyarkirin ku, heta kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bigehe armanca xwe ew dê xebata xwe bidomînin, bang li ciwana kir ku hîn zêdetir çalaktir bin.