Ji bo Ocalan 20 hezar kart
Ji bo Ocalan 20 hezar kart
Ji bo Ocalan 20 hezar kart
Ocalan ku gotibû ‘Em Newaroza 2013’an zêdetir watedartir dibînin û ji ber vê sedemê divê divê Newroz bi 4’ê Nîsanê re bibe yek’ û li ser vê Însiyatîfa Aştiyê hedef dike ku ji bo Ocalan 20 hezar kart bişîne. Însiyatîfê kartên ji bo Ocalan bişînin ji Kampanyaya Hunerê hilbijartin û însiyatîfê banga tevlibûna Newroza Bonn a sibê tê lidarxistin kir.
Însiyatîfa Navnetewî ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî heta niha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek kampanya pêk anî. Herî dawî di 6’ê îlona 2012’an de li Brukselê bi piştgiriya hemû şexsiyetên girîng yên cîhanê ‘Kampanyaya îmzeyan a bo Azadiya Ocalan’ da destpêkirin. Kampanya hê jî li Rûsya, Awustralya, Filîpîn, Efrîkaya Başur û gelek cihên din didome. Her wiha Însiyastîf ev demeke kampanyaya ‘Ji bo Ocalan huner’ dimeşîne.
Endama Însiyatîfê Havîn Guneşer der barê mijarê de axivî û diyar kir ku kampanya tenê îmzeyê ne bi sînor e û got ku armanc ew e ku pirsgirêka kurd ji her kurdekî re bê vegotine.
Guneşer da zanîn ku armanceke din ya kampanyayê ve pêşdarazan bişikînin, bi rêbazên afrîner rastiyê vebêje û civakê pêş ve bibe û got ku ji ber vê yekê bi kampanyaya îmzeyê re kampanyaya Hunerê jî dimeşînin.
Guneşer wiha got: “Ji bo din ava civakê de hestiyarî bê avakirin rola huner û çapemeniyê zêde ye. Huner di jiyana mirovan de cihekî girîng dihêle. Lê dema mirov li Tirkiyeyê dinêrin çapameniya tirk ji bo pêşdarazên li hember kurdan û Abdullah Ocalan zêde dibe zimanekî tund bi kar tîne. Ji ber vê jî di alî kurdan û Ocalan de çiqas tiştên negatîf hebin bi riya film, rêzefilm, wêje, çîrok û her weke din din didin civakê.”
Guneşer got destnîşan kir ku aliyên demokrat û şoreşger ji bo pêşdarazan bişkînin vê yekê berovajî digirin dest û jib o neheqî û wehşetê danîn holê hunerê dikin û got: “Mînak Gernîka ya Pîcasso dikare bê jibîrkirin? Huner di heman demê de nêrîna civakê jî bit eşe dike. di hişê kesan de sembolên negatîf hebin, ger ev bên rêxistinkirin dê pêşî li bertekên neyînî neyê girtin. Ji bo vê jî me ev da destpêkirin.
EM DIXWAZIN HEQÎQETÊ BI HUNERÊ VEBÊJIN
Guneşer da zanîn ku hedefa wa a sereke ew e ku têkoşîna 40 salî ya Birêz Ocalan danîn holê û got ku herdu kampanya ji bo hêzê bidin hev tên meşandin. Guneşer wiha got: “Her du jî pespektîfên rast armanc dike. Ger rêbazên mêtîngeriyê hebin, bê guman rêbazên kesên ku têkoşîna gel dimeşînin jî hene. Di vê esasê de her du kampanya ji bo bi hêzkirinê bi hev re tê meşandin.
JI HELBESTVANÊ AMERÎKAYÊ BO OCALAN HELBEST
Guneşer wiha berdewam kir: “Em li bende berhemên hunerî yên wekê, wêne, hunera kostruktîf, helbest, çîro û hwd. Em difikirin pêşerojê bi van berheman pêşangehekî vebikin. Carna em kartapostalan wek bergên pirtûkên Birêz Ocalan difikirin. Ji beşên din yên hunerê jî xebat tên. Mînak helbestkarê Amerîkayê Jack Hirschman ji Ocalan re helbestek nivîsî. Birêz Nurî Aslan xebata xwe ya bi navê ‘Zarokên Azad yê Welatê Med’, wênesazê Brezîlayayê Helio Teles jî xebata xwe ya bi navê ‘Têkoşîn’ şand.”
JI BI KAMPANYAYÊ LÊGERÎNA BESTEYÊ
Guneşer destnîşan kir ku jib o kampanyaya Ocalan stranekî difirin û got ku ew li benda berhemanin, ger ku bê ecibandin dê muzîka wan ya fermî be.
JI BO ROJBÛNA OCALAN 20 HEZAR KART
Havîn Guneşer got ji bo rojbûna Ocalan xebatan dimeşîne û wiha got: “Gelek berhemên hatin ber destê me, me çap kirin. Bi vî awayî me kampanyaya şandina kartan jî da destpêkirin. Komeleyên Ewropayê bi van kartan dikarin xwe bigihînin me û em van kartan ji Birêz Ocalan re bişînin. Hedefa me eve ku em 20 hezar kartan rojbûna serokatiyê pîroz bikin.
Em ji her salê wêdetir giringiyê didin Newroza 2013’an û em vê wek roja vejînî didin nasîn. Rojbûna Birêz Ocalan jî di 4’ê nîsanê de ye. divê çarçoveyê de rojbûna Birêz Ocalan wateyê qezenc dike. Ji ber ku Birêz Ocalan û gel bi hev re têkoşiyan û rojbûna xwe ya nû pêk anîn û heta vê rojê anîn. Ji ber vê sedemê em îsal van her du pîrozbahiyan dixwazin bikin yek.
BO NEWROZA BONN BANG
Guneşer bang li kurdên li Ewropayê yên dixwazin tevli kampanyayê jî bibin kir û got: “Sibê li bajarê Bonn a Almanyayê dê Newroz bê pîrozkirin. Di vê newrozê de qertên mijara gotinê ne dikarin peyda bikin. em van qertan di standê de dê pêşkêşî Kurdistaniyan bikin. Ger hun li cihên cuda bin hun dikarin kartan bo xwe peyda bikin û ji vê navnîşanê re bişînin; “Abdullah Ocalan, İmralı F Tîpî Yuksek Guvenlîklî Kapali Cezaevî, Mudanya-Bursa/Turkiye”
Ji bo kampanyayê hun dikarin li ser vê navnîşanê xwe bigihînin me http://art-for-ocalan.org