Ji bo nûçegihanên MA’yê hevdîtina parêzeran hate qedexekirin

Têkildarî rojnameger Sadiye Eser û Sadik Topalgolû ku hatibûn destgîrkirin qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate danîn.

Polîsan bi ser malên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglû de girtibû û ew destgîr kiribûn. Herdu rojnameger hê jî destgîrkirî ne.

Eser û Topaloglû li Miduryeta Şaxê TEM’ê tên girtin û parêzeran xwestin hevdîtin bi wan re bikin lê hate gotin ku di çarçoveya lêpirsînê de ya ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî destpêkirin ji bo her du rojnamegeran qedexeya 24 saetan ya bi ‘parêzeran’ re hatiye danîn.

Têkildarî lêpirsina hatî destpêkirin jî biryara “veşartî” hatiye girtin.

Li aliyê din dema ku polîsan bi ser malan de girtî Sadiye Eser bi erdê re dirêjkirine û li dijî ferdên malbatê jî bi hovîtî tevgeriyane.