Ji bo nûçegihan Demîrcî kampanya piştgiriyê

Ji bo nûçegihanê ETHA'yê Adîl Demîrcî ku 3 meh in li Tirkiyeyê girtî ye, hevalên wî yên li Elmnayayê dest bi kampanyayê kirin.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Adîl Demîrcî ku welatiyê Elmanyayê ye û roja 17'ê Nîsana 2018'an li Stenbolê hate giritn, 3 meh in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye. Sosyolog û nûçegihan Demîrcî, ji ber ku sala 2015'an tevlî merasîmeke cenaze bû, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" tê darizandin.

Hevalên Demîrcî yên li bajarê Koln ê Elmanyayê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin Adîl Demîrcî dest bi kampanyayê kirin.

Di çarçoveya kampanyayê de her Çarşemê li ber Dêra Domê ya li Kolnê çalakî tê lidarxistin, îmze tên komkirin û kartpostal tên şandin. Çalakger dixwazin balê bikişînin ser Adîl Demîrcî û rojnamevan/nûçegihanên ji aliyê dewleta Tirk ve hatne girtin. Ji çalakgeran Eyup Karatekîn diyar kir ku heta Adîl û rojnamevanên girtî azad bibin wê çalakiya xwe bidomînin.

Bavê rojnamevan Demîrcî Eyup Karatekîn bi bîr xist ku Adîl heta niha gelek carna çûye Tirkiyeyê û vegeriya ye, lê herî dawî dema bi dayika xwe ya nexweş re çû hatiye girtin. Karatekîn destnîşan kir ku Erdogan Tirkiye kiriye cehenem û got, "Merasîmeke cenaze ku berî pênc salan tevlî bûbû, dikin hincet. Lê belê heta niha gelek caran çû û hat û tiştek nebû. Girtina wî hewldana ji bo bêdengkirina çapemeniya azad e.

Sûcê Adîl nivîsandina nûçeyan û şopandina rastiyê ye. Adîl ji ber ku nûçegihan û Kurd e, dewleta Tirk jê aciz e. Erdogan çawa ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Efrînê mirov kuşt, bi heman rengî dixwaze tolê ji rojnamevan û nivîskaran jî hilîne. Her wiha hewl dide bi dewleta Elman re jî bikeve mijare bazariyê."

Karatekîn bi bîr xist ku 3 meh in ew çalakiyê dikin û got, ji bo azadiya Adîl Demîrcî û 200 rojnamevanên din ew ê ji niha û pê ve jî dengê xwe bilind bikin.