Ji bo namzetiya HDP’ê 5 roj mane

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) destnîşan kir ku ji bo serlêdana namzetên ji bo hilbijartina xwecihî ya HDP’ê 5 roj mane.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Yûrdûsev Ozsokmeneler daxuyaniyek da û got: “31’ê Adara 2019’an hilbijartinên xwecihî ya bê kirin, ji bo siberoja gelan tê wateya dîrokeke nû. Gel wê dengê xwe bidin, wê dengê xwe an ji bo ronahî an jî tarîtiyê bide.”

Ozsokmeneler ev tişt got:

“Li dijî rejîma yek kesî, navnîşana ku hemû reng bi hev re, wekhev û adil weke bira bijîn HDP ye. Her kesê ku bêje; ‘Xwedî li xwe derdikevim’ û ‘Ez namzetê bajar û rêveberiya xwe me, li vir im’ divê tevlî paritya me bibe û hêz bide hêza me, muxalefeta demokratîk mezin bike.

Werin em bi cesareta xwe, hêvî, tecrûbe û ezmûnên xwe bi hev re parve bikin. Tevî her tiştî em li vir in, em bi hêz in.

Wer in em bi hev re ji bo qeyûmên xespkar ên bajarên me bi sembolên nîjatperest, nasname û çandên cuda tine dihesibînin, êrîşî nirxên me dikin, şaredariyên me vegerandine qereqolan bêjin ‘Heta vir e’. Bajarên me ne mehmûrên ji aliyê Enqerê ve hatine wezîfedarkirin, em ê bi rê ve bibin.

Bi vê boneyê carekî din bang li jinan, karker, kedkar, dixtor, parêzer, endazyar, mîmar, mamoste, akademîsyen, hemû komên ku me navê wan neanî ziman û hemû beşê civakê yên xwedî wijdan û mirovên demokrat dikin ku NE YEK, EM HEMÛ! JI BO NAMZETIYA HDP’Ê VAN 5 ROJÊN DAWÎ SERLÊDAN BIKIN, DAWÎ LI TARÎTIYÊ BÎNIN.”