Ji bo Mîrzaîan li Swêdê kampanya îmzeyan hat destpêkirin

Ji bo kameramanê Newroz TV û rojnamevan Kamran Mîrzaîan, ku daxwaza wî ya penaberiyê nehat qebûlkirin û Swêd dixwaze wî radestî rejîma Îranê bike, kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Mîrzaîan, ku demeke dirêj di nava refên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî rejîma Îranê têkoşiya, di sala 2014'an de hat Swêdê û daxwaza penaberiya siyasî kir. Lê belê ev daxwaza wî bi îdîaya ku nekarî nasnameya xwe bi belgeyan piştrast bike, karê wî yê li Newroz TV ji aliyê rejîma Îranê ve nayê zanîn, ev daxwaza wî hatibû redkirin.

Organa weşanê ya Federasyona Rojnamevanên Swêdê 'Joûrnalîsten' pêr bi gotarekê, rewşa Mîrzaîan xistibû rojeva raya giştî. Duh jî dost û hevalên wî yên li Swêdê dijîn, ji bo betalkirina biryara Daîreya Koçberiyê û Dadgeha Koçberiyê, her wiha ji bo naskirina mafê mayînê yê Mîrzaîan, kampanyayeke îmzeyan dan destpêkirin.

Di metna kampanyayê de ku bi sernavê "Kamran Mîrzaîan neşîne mirinê-destûrê bide ku bimîne" hat weşandin, hat bibîr xist, rejîma Îranê dîktator e û mûxalîfên ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşin bi dar ve dike. Hat destnîşankirin, ku eger Mîzaîan bê vegerandin wê îşkence li wî bê kirin û dibe ku were darvekirin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe ji ANF'ê re axivî û diyar kir, redkirina daxwaza penaberiyê ya Mîrzaîan, li dijî Peymana Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî û peymanên din ên navneteweyî ne, ku mafên penaberan ewle dikin.

Goktepe da zanîn, ku piştî peymana Îranê ya li ser bernameya nukleerî bi welatên rojavayî re kir, binpêkirina mafên mirovan û hejmara darvekirinên li Îranê zêde bûne û got, "Em bang li hikûmeta Swêdê dikin ku bi rêzdarî nêzî peymanên navneteweyî yên mohra xwe daniye binî bibe û bihêle Mîrzaîan li welêt bimîne."

Goktepe bang li rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar û Kurdistaniyan kir, ku xwedî li Mîrzaîan derkevin û tevlî kampanya îmzeyan a ji bo wî hatiye destpêkirin, bibin.

Mirovên dixwazin tevlî kampanya îmzeyan bibin, dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin metna kampanyayê:

http://www.skrivunder.com/skicka_inte_kamran_mirzaian_till_doden_-_lat_han_stanna